01 maj 2022

Xortaniyê zû terka me kir

Ez îro neçûm meşa 1ê Gulanê. Ji dêlî wê min û Abid Dundar (lawikê diyarbekrî) û Muzafer Ûzûn hevdu dît û me bîstekê qala rojên borî û bîstekê jî qala gelşên dinyayê û Swêd kir. 

Tiştên me qal bikira pir bûn, îro têrê nekir, bi xêr rojeke din emê do bikin. 

Ez û Abid carnan hev dibînin, carnan jî bi telefonê li halên hev dipirsin. Yanî haya me ji hev heye.

Lê min û Muzafer Ûzûn belkî ev 25 sal in me hev nedîtibû. Wê rojê di şîna Mahmmûd Al da me hev dît û me biryar da em rojekê hev bibînin. Tesaduf li îro rast hat. Dema min ew dît ji xwe min nas nekir, piştî got ez Muzafer im min nas kir. 25 sal ne demeke hindik e.

Dîtin û sohbeta bi hevalên kevn ra xweş e, xortaniyê zû terka me kir, me hew dît me por û rî sipî kir. Me nizanîbû bû umir hewqasî kirn e.
Em çi bibêjin jî "boş" e, tiştek ji destê me nayê, dibêjin tiştê çû mede dû...

 

XXX

-Ji do dersê bigre, îro bijî, ji bo sibe bi hêvî be.

///Albert Eînsteîn

Aliyê me yê herî zeîf em ji do, ji tarîxa xwe dersê nagirin, di eynî şaşiyê tim dubare dikin. Ew şaşî jî bêtifaqî ye, dubendî û neyartiya nabêna kes û hêzên millî da ye.

Fikir û îdeolojiya me çi be jî wek milet em giş bindest in. Merivên bindest gerek hêzên xwe, îmkanên xwe bikin yek û li hemberî dagirkerên welatê xwe destegê bidin hev, alîkariya hev bikin.

XXX

Pêşiyan rûsan gotine, ”aştî gundan ava dikin, herb wan xera dikin.” Rûsan ev rastî piştî gelek tecrûbe û serpêhatiyên xwe yên mişt êş û jan fêm kirine. Lê çi heyf Pûtîn guh neda vê şîreta pêşiyên xwe û Ûkrayna dagir kir.

Bi vê herbê rûsan ne tenê gund û bajarên Ûkraynayê wêran kirin, mala xwe jî şewitandin, zirarreke mezin dan welatê xwe jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE