31 maj 2022

Ez ditirsim NATO dîsa kurdan bifroşe Tirkiyê

Tirkan hetanî nuha bi şerûdiya û bi zorê ji NATOyê û ji Yekîtiya Ewrûpayê çi xwestine girtine.

Ez ditirsim di mesela endametiya Fînland û Swêd a NATOyê da jî eynî tişt dubare bibe, endamên NATOyê dîsa teslîmî tirkan bibin û daxwazên wan qebûl bikin.

Ev talûke heye, çimkî serokên Ewrûpa û NATOyê berjewendiyên xwe yên herî biçûk di ser moral û prensîbên xwe yên herî muhîm, herî exlaqî ra digrin.

Gava pere, kar, tîcaret tê da hebe tu nirx û prensîbên serokên ewrûpî dev jê bernedin, tu moralê binpê nekin tuneye.

Heger ne wiha bûya hetanî nuha nediçûn li ber Erdogan nedigeriyan, yek bi yek xwe nedavêtin dexlê wî û jê rica efûya Fînlandê û Swêd nedikirin.

Heger bi mezinên NATOyê ra şexsîyet û misqalê exlaq hebûya Fînland û Swêd mecbûrî vê bêşexsîyetiyê, vê teslîmîyetê nedikirin, vê birr û bazara li ser kurdan nedikirin.

30 dewletên NATOyê, Fînland û Swêd bêyî ku şerm bikin bazara li ser kurdan dikin, dixwazin kurdên mezlûm û bêkes bifroşin Erdogan.

Serokên NATOyê pir bêexlaq in, pir sextekar in, tiştê ji Pûtîn ra sûc dibînin ji Erdogan ra heq dibînin.

Ji Pûtîn ra dibêjin dagirkirina Ûkraynayê sûc e, em qebûl nakin, lema jî emê te ceza bikin.

Lê ji Erdogan ra dibêjin dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û gelek herêm û bajarên kurdan mafê te ye, tu kanî li her derê li pey kurdan bî, wan bikujî.

Dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê îspata durûtî û vê bêexlaqiya NATOyê ye.
Li ber çavên serokên NATOyê Tirkiye kurdan ji Efrînê, ji Serêkaniyê, ji Girê Sipî derdixe û malbatên erebên çete û ûygurên ji Çînê di gund û bajarên wan da bi cî dikin. Ev jenosîd e. Lê NATO lê temaşe dike.

Heger serokên Fînlandê û Swêdê merivên ne pûlperest û xwedî prensîb û exlaq bûna nediçûn li ber Erdogan nedigeriyan, ewê ji NATOyê ra bigotana em naçin li ber kesî nagerin. Me daxwaznameyên xwe yên endametiyê ji we ra şandine, hûn me qebûl dikin, qebûl nakin hûn bi kêfa xwe ne. Em naçin li ber kesî nagerin.

Di madeyên endametiyê da şertekî wiha tuneye.
Biryar ya we ye, dibê hûn li hev bikin, hûn hevdu îqna bikin. Em ne mecbûr in herin yeko yeko li ber endamên we bigerin û wan îqna bikin.

Îro Tirkiye li dijî endametiya me derdikve, sibe deh welatên din jî kanin hin hincetan bibînin û ew jî bibêjin ew li dijî endametiya me ne.

Lema jî em naçin li ber Erdogan nagerin, me miracaetên xwe ne ji Recep Tayyip Erdogan ra, ji NATOyê ra şandiye. Em dixwazin bibin endamên NATOyê, ne ya organîzasyoneke tirk.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE