Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-20
*Ez bi Mahmûd Kîper û Rezaq Feylî ra peyivîm, ji bo ku sibe herin kampa
Frostavallen. Min ji Şiyar ra jî got sibe pera bide wan.
Min ji Rezaq ra got li wir selahîyeta we heye hûn civînê çêkin, beşdarî civînan
bibin, ya jî li ser navê Federasyonê beyanê bidin.
*Ji bo ku here kampê û ji hin deran ra telefon bike min ji
Şervan jî alîkarî xwest, got karê min heye, ez nikanim.
Min ji Henefî Celeplî ra telefon kir, ne li mal bû, yekî din bersîv da min. Min
navê wî nepirsî.
1987-05-20
*Wey mala Xwedê ava be, me îro Armanc qedand. Min rehet kir. Lê me ji nuhda da dest bi nivîsên jimara bê kiriye.
*Îşev di telewîzyonê da li ser Pîccaso fîlmekî dokumenter hebû, min lê temaşe kir.
Di aranê da sahneya kuştina boxeyekî nîşan dan. Tesîrek wer li min kir, gurrûzî girt canê min.
Heywanê kerr û lal bi wahşeteke pir mezin kuştin. Min nikanîbû lê binêriya, min kanal guhert. Însan pir wahş in.
XXX
1997-05-20
Şerê nabêna artêşa Tirkiyê û PKKê berdewam e. Tirkan îşev di
xeberan da carê gotin me 1200 gerîla kuştin, dûra kanaleke din ev jimar derxist
1500î.
PKK jî dibêje tiştê tirk dibêjin vir e, şerê psîkolojîk e.
Evdila Oclan pêr got şehîdên me di binê 10 kesan ra ne. Bi qasî xuya dike PKK
baş li ber xwe dide. Çimkî ev heft roj in şer berdewam e.
Evdila di axaftina xwe ya pêr da got me helîkopterek Tirkiyê xistiye. Îşev di
xeberên xwe da gotin me çar helîkopter xistine.
Tirkan cenazê du pîlotan
rakirin. Di nav kurdan da reaksiyona li hemberî PDKê roj bi roj berfireh dibe.
YNK fena ku du alî dilîze, lê di praktîkê da bi PDKê ra hereket dike.
Wekî din partî giş tifaqa PDKê ya bi Tirkiyê ra rexne û mahkûm dikin. Bi ya min
jî Mesûd Barzanî bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyê ra şaşiyeke mezin dike. Sebeb
çi be jî hevkariya bi dijminê dagirker ra şaş e.
Pêşniyara muxalefetê ji bo xistina hukûmeta Erbekan û Çîllerê dabû meclîsê îro
bi 271 rayan hat redkirin. Piranî li dijî pêşniyarê derket, lema jî pêşniyar
negirtin rojevê. 265 kesan jî di lehê pêşniyarê da ray dan.
Yanî bi 6 rayan wenda kirin. Ev netîce ji bo Mesûd Yilmaz qedestrof e. Piştî vê
rewşê ewê çawa be, eskerên çi bikin ne diyar e.
Ez dibêjim bi hawakî ewê dest deyinin ser hukum. Çimkî ya ewê tehamulî Erbekan
bikin ya jî ewê wî bi zor bixînin. Di rojên pêş da ev yek ewê diyar bibe.
1999-05-20
Mahkima Diyarbekrê îro cezayê îdamê da Şemdîn Sakik û birê wî Arif. Li ser biryarê Şemdîn xwest dosyaya wî
ji wezareta hundur ra bêta şandin û dibê ew ji qanûna poşmaniyê fêdeyê bibîne.
Dîsa got çi di hundur da be û çi jî li mahkimê be min pirr maqûl û sakin hereket
kiriye, lema jî dibê mahkime vê rewşa min jî bigre dîqetê.
Birayê wî jî got hurmeta me ji biryara mahkimê ra heye.
Tirs him mala meriv dişewitîne û him jî meriv rezîl dike. Teslîmîyetê jî cezayê
wan sivik nekir. Meriv ji vê zulmê ra hurmetê nîşan nade.
Ji partiya ANAPê Yildirim Akbûlût bû serokê Meclîsa Tirkiyê,
Sadî Somûncuoglu yê MHPê qezenc nekir.
XXX
2001-05-20
Ji berpirsiyarê rojnameya Dema Nû ra,
Merheba ji te ra!
Heger me bi qasî tirkî ji zimanê xwe jî hezbikira nuha em ne
di vî halî da bûn
Birayên delal, ez gelkî kêfxweş bûm ku we dîsa(bi navekî din
be jî) dest bi weşana xwe kir. Min nuha xebera we ya li ser gera Birêz Mesûd
Barzanî Xwend. Di vê xeberê da tiştekî bala min kişand, we ji Îraqê ra tim
gotiye ”Irak” Divê we bizanibûya ku meriv bi kurdî nabêje”Irak”, dibêje Îraq.
Yek, min xwest di vî warî da bala we bikşînim. Divê hûn navên welatan li gor
wokabulara kurdî bibêjin, ne ya tirkî. Di elîfbeya tirkî da herfa ”Q” tuneye,
lê di ya kurdî da heye.
Dîsa di eynî xeberê da we gotiye ”Kurula Ewlekarî ya Millî”
Herçiqa li ser navên wiha hin navên yanî wergerên bicîbûyî tunebin jî lê bi kurdî
nabe meriv bibêje ”Kurul”. Ya herî baş,
divê we bigota ”Heyeta Ewlekarîya Millî.”
”Ya” jî divê pêve be, ne ku cihê be.
Dîsa we gotiye ku, ”Îcar li PKK dikeve ku xwe...”
Yanî çi?
Ez bawer dikim we xwestiye bibêje, îcar tiştê dikeve ser PKKê jî divê xwe ji vê
lîstika xirab dûr bixe...
Çewtiyek din jî, di sernivîsa bi navê ”DBP li Sîncarê bi çoşeke
mezin hat vekirin” da we lêkera hat û vekirin bi hev va nivîsandiye, divê çihê
be. Yanî hat vekirin.
Ew îtîmam û hessasiyeta em nîşanî tirkî didin(ji boku çewt
nenivîsînin) divê em nîşanî zimanê xwe jî bidin. Çawa ku di nivîsên tirkî da
çewtiyên wiha nayên qebûlkirin divê di yên kurdî da jî qebûl nebin.
Çend gotinan jî ez dixwazim li ser girîngiya zimên bibêjim.
Bi baweriya min divê kurd dev ji tirkî berdin. Heta ku kurd
weşanên xwe bi kurdî û tirkî derxin, kurdî ewê tim hustuxwar be û muamela
zarokê dêmariyê bibîne.
Mesela nivîsa Birêz Ferhat Can gelkî balkêş e, hemû gilî û gazinên wî di cî da
ne, lê pere nake.
Di hejmara bê da hûn hinekî giraniyê bidin kurdî jî, lê piştî çend hejmaran ewê
dîsa her tiştê here qeysa xwe ya berê, yanî tirkî ewê dîsa bibe zimanê esasî û
kurdî jî bibe zimanê çend xeberên basît.
Heger em dixwazin di warê zimên da şoreşekê bikin divê em bi hin pêşniyar û
biryarên pirr radîqal derkevin hember gel, çimkî hemû şoreş yanî hemû
serobinbûnên mezin bi guherandinên radîqal çêdibin.
Bi baweriya min bêyî tedbîreke(yanî derxistina kovar û rojnameyên xurî bi
kurdî) wiha qet ne mimkûn e ku kurd dev ji tirkî berdin, ya jî kêm bikin ya jî
bi qasî ku qedir didin tirkî, bidin kurdî jî. Çare ”şokterapî” ye!
Esas mesele pir vekiriye, divê em ne xwe û ne jî kesên din
bixapînin, destê me ji tirkî nabe, bi qasî ku em ji tirkî hez dikin em ji kurdî hez nakin.
Heger ne wiha bûya, nuha li Kurdistana Bakur ewê çend edîb û nivîskarên me jî
hebûna. Meriv ji kîjan muzîkê hez dike meriv li wê guhdarî dike.
Ziman jî wiha ye, meriv ji kîjan zimanî bêtir hez bike meriv dixwaze wî zimanê
xwe bipêş xe û berhemên xwe jî bi wî zimanî binivîsîne.
Ji bo yekî alkolîst ya jî çixarekêş terkirin bi kêmkirinê nabe, çend rojan kêm
bike jî, dûra dîsa ewê wek hertim alkola xwe vexwe û cixara bikşîne. Çare divê
ji bin da dev jê berde.
Rewşa piraniya kurdan jî wiha ye, yanî bûne serxweşên tirkî, bi kêmkirinê
nikanin dev jê berdin. Ji bo ku jê qutbibin divê demeke dûr û dirêj îmkana wan
nemîne ku bi tirkî binivîsînin û bipeyivin.
Mesela peyivandin jî wiha ye. Ez qet fêm nakim, ji bo çi merivê bi yekî kurdê
ku bi kurdî dizane ra rabe bi tirkî bipeyive. Dema di vir da meriv xwedî
îstîqrar be û rê nedê ku bi tirkî jî binivîsîne, wê demê belkî tedawiya wan
mimkûn be, bi hawê din eziyet û tahbeke belasebeb e. Ez bi xwe wiha difikirim.
Bi hêviya ku hûn roj bi roj baştir bibin û bibin rojnameyeke
bê çewtî û xurrî bi Kurdî.
Not:
Ricaya min ji we, ez dixwazim hûn vê nivîsa min bidin Birêz
Ferhat Can. Lê dema hûn biweşînin helbet ezê kêfxweş bibim.
Zinarê Xamo
XXX
2014-05-20
Ji Hejarê Şamîl ra
Min hevpeyvîna te ya bi kurdê hêja Kinyazê îbrahîm ra him bi dilşadî, him jî bi
xemgîniyeke mezin xwend.
Ji ber ku te hevpeyvîneke wiha kiriye û îmkan da me em feydeyê ji vê hevpeyvîna hêja bigrin ez dilşad
bûm û loma jî sipasî te dikim.
Lê li alî din ji ber ku te hevpeyvîn bi tirkî kiriye ez gelkî li ber ketim û
xemgîn bûm.
Kurdên tirkiyê ne bes bûn,waye we kurdên Kafkasyayê jî dest bi tirkî kirine.
Bi rastî tiştekî pir xerîb e. Ez tu maneyê tê da nabînim ji bo ku tu bi Kinyazê
Îbrahîm ra bi tirkî bipeyivî ya jî hevpeyvînê bi tirkî biweşînî.
Berî her tiştî divê kurdîya hevpevînê hebûya.
Ji ber ku wek kurd ez dixwazim Kinyazê ÎbrahÎm bi zimanê bav û kalan bixwînim,
ne bi tirkî.
Ma te hevpeyvîn ji bo tirkan kiriye ya ji bo kurdan? Heger te ji bo kurdan
kiriye, divê te bi kurdî biweşanda.
Tu kurd î, birêz Kinyaz kurd e û bi kurdî jî baş dizane û kesên ku ewê
hevpeyvînê bixwînin jî kurd in, de îcar çima bi tirkî?
Tu derdekî tirkan tuneye rabin hevpeyvîna bi Kinyazê Îbrahîm ra bixwînin, ev
yek.
Ya din jî, dema tu bi tirkî dinivîsînî, tu fersendê didî tenê kesên bi tirkê
dizanin, kurdên bi tirkî nizanin yanî kurdên Kafkasyayê, îranê, îraqê, Sûriyê,
Lubnanê û yên li derên din nikanin ji vê hevpeyvÎna hêja sûdê werbigirin.
Loma jî divê meriv bi zimanê xwe binivîse. Bi baweriya min, hin îstîsna ne tê
da, nivîsandina bi tirkî qebûlkirina serkeftina tirkan e.
Dema em bi tirkî dinivîsin, em qebûl dikin tirkan zora me biriye û em vê
serdestiya wan qebûl dikin. Heger emê viya qebûl bikin, wê demê divê em dev ji
tekoşînê berdin û gelê xwe zêde neîşînin.
Min meraq kir, tu vê tirkiya hewqas xweş, dirist li ku fêr bûyî?
Te gotibû tu ji Ezerbeycanê , ji Kurdistana Sor î, ê dema wiha be tu vê tirkiyê
li ku fêr bûyî?
Gelo te li Tirkiyê mekteb xwendiye?
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
XXX
Dembaş brayê heja Zinarê Xemo.
Kurd dive zimanê dayîkî fêr bibin, biaxivin û binivîsin!
Ew nezikbûn ne ku duruste, pirsgirêke mayîn û nemayînêye. Gorî derfetên xwe
bikaranîne zimanê Kurdî ji bo her Kurdekî mesele namûsêye. Dilşewatîyê we di
derheqa şuxulandinê zimanê dê da ez parvadikim.
Tirkî nivîsandinê min cawkanîyên xwe ji rewşên objêktif digire. Ez Kurdêkî
asîmîlebûyîme. Zimanê min dayikî ne Kurdîye. Kurdî 5-6 salan dawîye, ku hin
bûme. Hin zanebûna min terî ramana xwe ifadekirinê nake. Le, hewldanê min
hinbûna zimanda zore. Baverîm, demekî şunda hedî-hedî dest bi nivisandina
bikim.
Kurdên Azerbaycanê 99 selef hatiye asîmîlekirin. Derheqa Kurdên Azerbaycanê da
û tevayî Kurdên Kafkasya û yên Sovyêtê Berî da dikarin ji pirtuka min, bi navê
“Kurdên Dîaspora” (Diaspora Kürtleri) agahî bistinîn.
Ew pirtuk 3-4 meh berî li İstanbulê, li weşanxane Perî
hatiyê weşandin.
Min hevpeyvîn bi Kinyazê Îbrahîm ra bi zimanê Kurdî, û Azerîkî kiribû. Mamoste
Kinyaz Azeriki jî mukemmel dizane. Lê wekî min li jorê jî gotibû, derfetê min
terî nake, ku hevpêyvînên usa bi Kurdî yê edebî ifade bikim.
Lê belê min tev hevalekî xwe wê hevpêyvîna welgerandîye bi zimanê Kurdî jî. Di
demên kurt de bidimê weşandin.
Ji bo rexnêyên we spasîyê xwe dikim. Bawer bikin, ku rexneyên usa bandora erenî
dike.
Tirkî dibistan ne xwendîye. Min fakûltêya filolojî bi zimanê Azerîkî xelas
kiriye.
Biminin xêr û xweşîyêda.
Hejar.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar