10 maj 2022

Tirkiye ne welatê min e, welatê min Kurdistan e !

Yek bi darê zorê mala meriv ji meriv bistîne, meriv doza mala xwe lê dike, dixwaze mala xwe jê bistîne, meriv dev ji vê dozê û micadelê bernade û nabêje mala xelkê mala me ya miştereke.

Yek bi darê zorê gundê meriv ji meriv bisîtîne, meriv doza gundê xwe lê dike, meriv dixwaze wî zorbayî ji gundê xwe derxîne, meriv dev ji vê dozê û micadelê bernade û nabêje gundê xelkê gundê me yê mişterek e.

Yek welatê meriv dagir bike, meriv ji xwe ra bike bindest û kole, meriv doza welatê xwe lê dike, meriv dixebite, hewil dide wî ji welatê xwe derxîne, meriv dev ji vê dozê û micadelê bernade û nabêje welatê xelkê welatê me ye jî.

Çawa ku diya kesî nabe diya meriv, mala kesî, gundê kesî û welatê kesî jî tu carî nabe mala meriv, gundê meriv û welatê meriv.

Kurdê/kurda dibêje Tirkiye, welatê tirkan welatê min e jî xwe dixapîne. Ew jî zane bi vê fikrê ewê bihele û di dawiya dawî da bibe tirk.

Tirkiye welatê tirkan e û kesên xwe tirk qbûl dikin.

Bi milyonan kurdên gotin Tirkiye welatê me ye jî li metrepolên Tirkiyê heliyan û bûn tirkên bi eslên xwe kurd.

Kurdê naxwaze dev ji welatê xwe Kurdistanê berde û bibe tirk dibê li dijî vê fikrê rabe û kesên xwediyên fikreke wiha nekin rêber, siysetmedar û serokên xwe.

Yê bibêje na, dîtina Tirkiye welatê me kurda ye rast e, ez jî wer difikirim, maneya xwe ew kes dixwaze bibe tirk. Ev jî biryara wî/wê ye. Kes nikane kesî bi zor kurd bihêle.

Li her çar perçeyên Kurdistanê bi milyonan kurd bi daxwaza xwe bûne ereb, faris û tirk. Ewê çend milyonên din jî li wan zêde bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE