Erê meriv nebe koleyê pera baş e, lê halê merivê xizan jî û yê dewleta feqîr jî ne tu hal e. Pêşiyên me ev yek baş fêm kirine, lema jî gotine:
-Malê dinê quloçê mêra ye.
-Meriv li ber kaniyê tî namîne.
-Kuxik û xizanî nayê veşartin.
Erê meriv nebe koleyê pera baş e, lê halê merivê xizan jî û yê dewleta feqîr jî ne tu hal e. Pêşiyên me ev yek baş fêm kirine, lema jî gotine:
-Malê dinê quloçê mêra ye.
-Meriv li ber kaniyê tî namîne.
-Kuxik û xizanî nayê veşartin.
Kalo di himamê da him riya xwe kurr dikir, him jî ji xwe ra bi kêf
dinuhirand.
Vê yekê bala pîra xanima wî kişand, got:
-Xêr e, çima tu îro hewqasî kêfxweş î ?
Kalo bi rûkenî got:
-Çaxa ez riya xwe kurr dikim ez xwe wek xortekî 20 salî his
dikim, lema kêfa min tê.
Pîrê got:
Îro ez çûm ser tuxtorê(bijîşkê) çava Celadet Çelîker. Tuxtor Celadet Çelîker him dostekî min ê ezîz e, him jî bijîşk û pisporekî çava yê pir baş e.
Min xwest ew dilê min baş têke cî. Gava tuxtor ji qewmê meriv be, dostê meriv be, bi meriv ra bi zimanê meriv bipeyive gelkî xweş e.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li Soçîyê bi serokê Rûsyayê
Vladîmîr Pûtîn ra civiya ye û her du jî ji civînê memnûn bûne û pesnê hevdîtina
xwe dane.
Ez dibêjim ewê rast be, derewa nakin. Erdogan bi hinek bertîlên nuh Pûtîn nerm kiriye.
Erdogan di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî da li ser Qirimê gelek tiştên Pûtîn aciz bike gotin. Lê pere û bertîl kevir nerm dike, lema jî ez bawer nakim Pûtîn ji ber beyanên wî yên li ser Qirimê dilê Erdogan ji xwe bihêle.
Hin bûyer hin tiştan fêrî meriv dike, hin dersan dide meriv. Nexweşiya min jî dersek baş da min.
Di nexweşiya min da ji 11771ê hevalên min ên Twîtterê 3 kesan saxî, silametî û şîfa xêrê ji min ra xwestine.
Ez çend rojan nesax bûm. Min bi nivîsekê got ezê demekê nabênê bidim nivîs û
parvekirinên xwe, hetanî baş dibim.
Paşnavên kurdan bi tirkî ye, ji wan hinek jî paşnavên pir xerab in; paşnavên irqçî, pan-tirkîst in. Hinek jê paşnavên heqaretwarî ne.
Helbet ev paşnavên xerab, irqçî, pan-tirkîst me bi xwe hilnebijartine.
Ji bo ku
me rencîde bikin, ji bo ku bîna kurdayetiyê ji me neyê tirkan ev yek bi zanetî
kirin.
Yên ji teror û bêtehamuliya tirkan gazinan dikin, dibêjin rejîma Tirkiyê rejîmeke faşîst e, tirk nahêlin em bi azadî fikrê xwe bibêjin, meş û protestoyekê bikin, li Qamîşloyê bi ço û mişragan êrîşê hin kurdan kirine.
Yên nehêlin li Qamîşloyê kes hukûmetê protesto bike, dibê ji teror û çopên pûlisên tirk li serê wan dixin gazinan nekin.
Mêş bi çêlika xwe ra vine vina wê bû, li ser serîyekî zulûtê porweşiyayî digerîya. Ji çêlika xwe ra got:
-Hey gidî dinyayê, di ciwaniya min da vira daristaneke hewqasî gurr bû çava çav nedidît, min nikanîbû gava xwe bavêta. Lê nuha bûye berrîyek dûz, zîqek gîha, şitlek jî lê nemaye.
Çimkî çavê min ê rastê kul bû, werimî û bi carê da hat girtin û jan da.
Li enîya min, li
ser çavê min ê rastê û li aliyê rastê yê serê min pizik derketin û xureke ecêb
çêbû.
Ji roja pênşemiya borî da ye halê min ji ber çavê min ê
rastê, eniya min û aliyê rastê yê serê min tune ye. Min ji nezanî xurand û bi
min azirî.
Çavê min ê rastê hat girtin.
Min nexwest bibêjim, lema jî min halê xwe kir hal, bi çavekî her roj tiştek
nivîsî. Min got qey ewê derbas bibe.
Lê derbas nebû, li min pir giran bû.
Li gorî medyaya Tirkiyê nivîsîye, xwedêgiravî li Stenbolê û Edeneyê pûlis hin kes bi tometa DAIŞê girtine.
Medyaya tirk dem dem xeberên wiha belav dikin. Ez dibêjim vana xeberên derewîn
in, ji bo xapandina Yekîtiya Ewrûpayê ye, li ser daxwaza MITê belav dikin.
Medyaya Tirkiyê kûreya derewa ye, ji derwên wê bawer nekin...
Serokê Tirkiyê Erdogan di axaftina xwe ya civîna Neteweyên Yekbûyî da li ser koçberên li Tirkiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê ra gotiye, "êdî ne hêza me maye, ne jî tehamula me..."
Yanî heger hûn di demek nêz da çend milyar Euroyê din nexin bêrîka min, ezê
dîsa derî vekim û bi sedhezaran bişînim ser we.
Bizina kol elimîye daniyan. Ew jî tahmijî ye xûgî yê.
Berdevk û parlamenterên HDPê ji CHPê ra gotine heger hûn dixwazin mesla kurd çareser bikin muxabê vê meselê Abdula Oclalan e, herin bi wî ra rûnin.
Wê demê hebûna HDPê bêmane ye, ew ne partiyeke siyasî ye, partiyeke derewîn e. Tu qîmet û maneya hebûna wê tune.
Payiz e, dema tirî û hejîra ye. Ez zanim li Kurdistanê kes
hejîra bi heba nakire, ya bi satilan ya jî bi kîloyan dikire.
Li Swêd ev xêr û bêr tune ye, meriv nikane hejîra bi satilan bikire.
Em hejîrên
xwe bi heba dikirin. Hejîrek bi dolarekî ye. Gelekê caran hejîr jî ne tu hejîr
in, kerrik in.
Lê îro ne wisa bû, ez rastî hejîrên pir baş, wek lepan û wek gezo şîrîn hatim.
Di arşîva xwe da ez rastî çend defterên xwe yên kevn hatim; hin salan min rojane not girtiye. Ez bawer dikim berê jî min carekê qala van defterên rojaneyên xwe kiribû.
Di sala 1996a da ji 5ê meha 1ê, heta 5ê meha 10a min ne her roj, lê hin rojan notên rojane girtiye. Hinên ji wan ji bo min notên balkêş in. Ew bûyer min ji bin da ji bîr kirine, lê bi xêra vê defterê hafizeya min xwe nuh dike.
Aborîya Tirkiyê bi xûgiya ji Yekîtiya Ewrûpayê tê girtin li ser niga ye, ne perê Yekîtiya Ewrûpayê be Tirkiye ewê here îflasê.
Tirk dibêjin 4,5 milyon erebên Sûriyê û nizanim çend milyon
koçberên din li Tirkiyê ne.
Reqema tirk dibêjin ji kok da vir e, hewqas erebên Sûriyê
nehatine Tirkiyê.
Tirk ji bo ku ji Yekîtiya Ewrûpayê û ji Neteweyên Yekbûyî çend milyar dolaran
zêde biçirpînin jimarê herî kêm du qat, sê qat zêde nîşan didin.
Xort li çarşiyê li dora saetekê bû dabû dû du keçikan.
Keçik
bi ku da diçûn, diketin kîjan dikanê ew li dû wan bû.
Dawiya dawî keçikekê xwe
ranegirt, vegerîya ser xort û bi hêrs jê ra got:
Karê em kanin bikin em nakin, em xwe li karê mezin radikşînin, wiya jî nikanin bikin.
Tirkan bi asîmîlasyonê em kedî kirine, mêrikan çi dikin, çi qedexe dikin em
dengê xwe nakin, qebûl dikin.
Li mizgeftan(camîyan)waz û xutbeyên bi kurdî qedexe kirin me dengê xwe nekir, rojên
îniyan em diçin li xutbeyên tirkî guhdarî dikin.
Li Silêmaniyê pêr û do, du rojan li ser hev du hevalên PKKê hatin gulebarankirin. Yek giran birîndar bû û din jî hat kuştin.
Di 16ê mehê da kurdekî ji Rihayê bi navê Ferhad li ber dikana xwe hat gulebarankirin, ji mirinê xelas bû, lê bi giranî birîndar e.
Keçikê ji hevala xwe ra pir pesnê bavê xwe da, got:
-Bavê min mamoste ye. Gava ez mezin bûm ezê jî bibim mamoste. Le bavê te çi karî dike?
Hevala wê got:
Bi qasî xuya dike hukûmeta Îngilîstanê qedir û qîmeteke
mezin dan serdana Nêçîrvan Barzanî, wek serokê dewleteke serbixwe
pêşwazî lê kirin. Helbet ev tiştekî baş e, meriv pê kêfxweş dibe.
Mêrik pir xemgîn bû, yekî pir bi kul û derd bû, ji însanan, ji civatê bêzar bûbû. Hew kanîbû tehamulî însanên xerab bike, bi wan ra bijî.
Rojekê da rê, ji bajêr dûr ket, çû li dereka sakîn, li kêlek avekê rûnişt û ket xem û xeyalan, ji xwe ra kûr û dûr fikirî.
Serokê beledîya qeza Şalpazariya Trabzonê ji ber logoya
Kurdistanê, şewqeyên Hevpeymanîya Kurdistanê giş ji fabrîqê top kirine û şewitandine.
Bi bawerîya min mêrik pir baş kiriye. Yên ev sîpariş daye tirkan ev heqaret sedcarî heq kirine.
Tirk mêr in, dijminatiya xwe
vanaşêrin. Tirkan heta nuha bi sedan car tiştên wiha kirine.
Gur qare-wara wî bû, digot diz ketiye mala min, mala min rût
kiriye, şika min ji rûvî ye.Rûvîyek cîranê gur bû. Navê rûvî dizek û nerind
belav bûbû. Gur digot:
-Hebe tune be dizê min rûvî ye.
Rûvî jî sond dixwar, digot ez neketime mala gur. Min diziya gur nekiriye.
Mêrik di bin siyas darekê da rûniştibû, kitêbeke felsefê dixwend. Gelek pirsan serê wî meşxûl kiribûn. Kitêb girt û bala xwe da darê, di dilê xwe da got:
-Xwezî ez dar bûma, ezê ji xwe ra bê xem û xeyal, bê fikar bijîya ma.
Dar ji nişka ve hat zimên, jê ra got:
Îdeolojîya, bawrîya, dînê însanan bi vî rengî ji aqil, ji însanîyetê, ji medenîyetê dûr xe, şexsîtetê bi însên ra nehêle, bike qûqla dibê meriv wî dînî, wê baweriyê red bike.
Xortê xwendekar di îmtîhanê da bersîveke rast nedabû pirsan, bersîvên nivîsîbûn giş şaş bûn. Mamosta wî bala xwe da kaxeta wî û bi hêrs jê ra got:
-Li ber çavê te ez sifireka mezin didim te.
Xwendekar got:
Rojekê li tîmarxanê(nexweşxaneya dînan)dînek çû ba tuxtorê xwe, jê ra got:
-Tuxtor beg, êdî ez baş bûme, ez dixwazim hûn min berdin.
Tuxtor bi dîqet lê gudarî kir, got:
Gelek caran em ji filistîniyan, ji partiyên wan, ji serokên
wan gazinan dikin.
Em dibêjin çima filistînî ji tirkan hez dikin, çima ji me bêtir dostên
tirkan in, çima piştgiriya me nakin?
Bi bawerîya min di vê rexneya xwe da em li ser filisîtinîyan neheq in, ji bo
wan çi baş e mêrikan wî ya dikin.
Ev jî rast e. Çimkî filistînî wek me ne korfahm in.
Ji bo berdewamîya civatan, organîzasyonan û têkiliyên di nabêna nifşan(cîlan) da qut nebe arîşv dezgeheke pir muhîm e, pirake bingehî ye.
Bi arşîvkirinê meriv berhem û belgeyan ji wendabûnê xelas dike, bi rengekî sîstematîk kom dike, dixe dûzanekê û însan bi rehetî xwe digihînin wan, jê fêdê digrin.
Ji ber şertên welatê me, ji ber êrîş û zulma hêzên dagirker yên bênabên, pêşiyên me nikanîbûne arşîveke netewî li pey xwe bihêlin.
Heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe ne tirk ruyê rehetiyê
dibînin û ne jî em kurd.
Tirk hemû vê rastiyê baş zanin; rehetî û aramîya wan girêdayî azadîya me ye.
Li nêzî mala me daristaneke mezin heye. Em lê digerin û
nagerin dawî nayê. Her car em dereke nuh dibînin em dibêjin ”haho, çima heta
nuha me ev der nedîtibû?"
Îro min û xanimê me berê xwe da alîyekî nuh, me got hela ka îro em bi vî alî da
herin. Ji ber ku lawikê me Rojen jî bi me ra bû em ne ji wendabûnê û ne jî ji
sût-mûtan neditirsiyan.
Di tarîxa Amerîkayê da îro rojeke pir xembar, bi êş û jan e.
Gelê amerîkayê îro 20 saliya qetlîama bi destê hov û terorîstên îslamî hat
kirin bibîr tîne.
20 sal berê di 11ê îlonê da bi êrîşên wahşên îslamî 3000
hezar merivên amerîkî bi hovana hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn.
Qetlîama 20 sal berê di 11ê îlonê da bi destê barbarên îslamî hat kirin wahşereke mezin e, dinya hejand.
Mêrik rast gotiye. Têkiliyên Tirkiyê bi Daîşê ra, bi El Qaîdê ra, bi tevgera Îxwan û îslamîyên din ra çawa be, çiqasî kûr û xurt be, bi herekete Talîban ra jî wisa ye.
Mîsyonerên ewrûpî yên di nabêna salên 1880-1890î da li dora Urmiyê, Wanê û Tebrîzê mane, li ser tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî gelek tişt nivîsîne, di rojnameyên ewrûpî da û di bîranînên xwe da gelek tiştên ji bo tarîxa me muhîm in belav kirine.
Ev çîroka serpêhatîya nivîskarekî mezin Franz Kafka û keçikek biçûk e. Keçika biçûk li paqeke Berlînê bûka(bebika)xwe ya li ber dilê wê pir şîrîn e wenda kiriye.
Franz Kafka dibe şirîkê xemgîniya wê û bi fantazîyeke
muhteşem dibêje bûk çûye seyahetê, dixwaze bigere û dinyayê bibîne.
Dûra
jî bi devê bûkê(bebikê) ji keçikê ra nameyan dinivîse û her roj dema li parqê hevûdu
dibînin û li bûkê digerin nameyên ew dinivîse dide keçikê.
Ev yek heta mirina Kafka dom dike.
Çîrokeke ne fantazî ye, serpêhatîyeke bingeheke wê ya rastîn heye. Çîrok kin e, lê belê tesîra li meriv
dike mezin e.
Tirkiye ji bo ku hêrsa Amerîkayê daxîne dixwaze Fuzeyên Patrîot
jê bikire.
Tirkan bi S-400- rûs kirîn. Nuha jî dixwazin bi Patrîotan amerîkiyan bikirin.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotiye, ”buha be jî em dixwazin
bikirin.”
Tirkan berê gotin ji ber ku Fuzeyên Patrîot pir buha ye ew nakirin û ji dêlî wê
ve S-400ê rûs dikirin.
Halê me kurdan dişibe halê kesên bêmal, bêxanî, li kuçe û kolanan dijîn.
Ji dêlî ku em kurdên ji her fikrê û baweriyê bibêjin, emê çawa bibin xwedî mal, xwedî xanî, em li ser deqor û mobîlyayên hundur malê ketine gewrîya hev.
Endamê Konseya Serokatîya PDKê Alî Ewnî di axaftina xwe ya
civînekê da dibêje:
”Ziman ji bo milletên din amarê pêwendiyê be, zimanê kurdî ji
bo me hebûna me ye."
Xortekî bi navê Şiyar Şerîf Berazî jî gotiye, ”bira, were ez ji te ra rastiyekê bibêjim.“Li nava Hewlêrê menu û tabelayên gelek cafê û restorantan ne bi Kurdî ne. Li gelek cîhan karmendên kurd jî nîn in.”
Rojekê Sokrates û xanima xwe pevdiçînin. Jinikê çi digot wî deng nedikir, lê gudarî dikir. Jinik ji hêrsa dîn bûye, satilek ava sar bi ser serî da kiriye.
Sokrates gotiye:
-Piştî hewqas gurre gurre tavan û şîrqîna birûskan jixwe ez li bende xunaviyekê bûm.
Tirkan bi qetlîama 6-7ê îlona 1955a qira
rûman anîn. Rûmên ji jenosîdê xelas bûn di sala 1964a da ji kok da paqij kirin, bi darê zorê giş celî Yûnanîstanê kirin û li ser mal û milkên wan rûniştin. Û ev qetlîam û tehcîr ji wan ra ma.
Eynî tişt gelek caran anîne serê me. Îro jî tiştên
ji wî xerabtir jî dikin.
Şeş sal berê di şerê xendekan da Diyarbekir-Sûr, Lice,
Farqîn, Nisêbîn, Dêrik, Silopî, Cizîr, Şirnex û gelek derên din bi tank, top û
rakêtan wêran kirin, bi hezaran însan kuştin.
Ev qetlîam jî ji wan ra me.
Meriv nikana tirkî li kesî qedexe bike. Ev eşkere ye.
Ya din
jî her kesê bi tirkî dinivîse ne xerab e.
Nivîsînî bi tirkî ya jî bi kurdî
însên baş û xerab nake. Dibê ew jî were zanîn.
Lê li gorî fikrê min nivîsîna bi tirkî îro zirareke mezin
dide me. Ez viya tim dibêjim.
Lê bi vê dîtinê, bi vê gotinê ez nabêjim her kesê
bi tirkî dinivîse xerab e, dijminê min e.
Heyeteke CHPê çûye Kurdistanê. Gelek kes bi vê serdana
heyeta CHPê kêfxweş bûne û hin teorîyan, hin speklasyonên xeyalî çêdikin.
Bi silavekê, bi serdanekê ne tirk guherîne, ne jî me tiştek
bi dest xistiye.
Deh sal berê heyeta AKPê û Erdogan jî çûn Hewlêrê. Xwe pir dost û samîmî nîşan dan. Lema jî Erdogan û heyeta xwe bi Mesûd Barzanî ra sitrana ”vira Yêmen e” jî gotin.
Tirsa ji epîdemîya Covîd-19ê(Coronayê) jiyan gelkî feqîr û ne xweş kiriye, tahm di jiyanê da nehîştiye.
Ka ew rojên berê, ka ew azadîya berê ?
Giş bûn xewn û çûn...
Em bûne gerrokên, muptelayên medyaya sosyal.
Em her roj wexteke pir dirêj, belkî jî nîvê roja xwe di medyaya sosyal da derbas dikin.
Ev çend roj in hin kes li ser nivîseke Kemal Burkay ketine
gewrîya hev. Min jî di bloga xwe da li ser wê nivîsa Kemal Burkay tiştek
nivîsî. Lê ez tevî minaqeşan nebûm, min hevza xwe ji minaqaşeyên bêfeyde kir.
Gelek kesan fikrên Kemal Burakay yên li ser dewletê, nasyonalîzmê û sosyalîzmê rexne kirin. Min jî tiştek nivîsî. Ez careke din wan meselan dubare nakim. Di vê nivîsa xwe da dixwazim li ser murîdên kekê Burkay çend gotinan bibêjim.
Heval û murîdên Kemal Burkay wek her tim dîsa bîntengî û bêtehamulîya xwe nîşan dan. Wek murîdên canfêda Kemal Burkay parastin û bi xurtî, bi ruh û can êrîşî kesên ew rexne kiribûn kirin.
Em miletekî ne xwe xwedî dewlet in, wek ferd em nikanin karê dewlet dikin, dewlet li pişt in bikin. Ev ne mimkûn e.
Lê hin kar û xebatên ferd kanin bikin hene. Hin karên ferd kanin di warê madî da piştgiriyê bikin hene. Dibê em wan karan îhmal nekin.
Her çar dewletên dijminên me tu carî hewqasî zeîf, jihevketî û li dinyayê bêîtîbar nebûbûn.
Her çar dewlet jî di çavê dinyayê da bûne dewletên tiroviro, dewletên çete, dîktator, zorba û piştgir û hevalbendên terorîstên îslamî. Îtîbara wan di binê sifrê da ye, dostên wan pir hindik in û yên li dijî wan pir in.
Mamoste di sinifê da ji zarokan pirsî, got:
-Kê wezîfa malê çêkiriye?
Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:
-Bavê min...
Mamoste got:
Kemal Burkay di nivîseke xwe ya bi tirkî da hinekî henekê xwe bi kurdên nasyonalîst, kurdên dibêjin tim bira dewleteke me hebe, çawa dibe bira bibe, kiriye, gotiye:
”Dixwazin meriv rojê hezar carî bibêje ”kurt kurt(heta ne wisa jî, dibê meriv
bibêje kurd kurd û bira dewleteke me hebe.”
Wer xuya dike minaqaşe û daxwazên dewleteke kurdî Kemal Burkay hinekî aciz
kiriye, li gora wî dibê kurd hewqasî qala giringîya dewletê, serxwebûnê nekin.
Dewlet her tim ne xelasî ye, ne çare ye. Dewlet hebe jî kedxwarî û zulm kane neqede, berdewam be.
Kurdekî bi navê Kadîr Amaç ji xwediyê Weşanxana Avesta Abdullah Keskîn ra bi uslûbeke gelkî ne xweş û cilq gotiye:
”Tu ji tirkan fêrî xapandinê bûye. Ez
baş zanim tu ji her nivîskarê dixwaze kitêba xwe biweşîne di nabêna 2 hezar û 3
hezar euro pere distînî."
Wele 2-3 hezar euro perakî pir e, diyar e di nava me da nivîskarên zengîn jî
hene. Xwezî Kadîr Amaç hema navek bigota. Lê tenê îtham kiriye û ew jî bi zimanekî
gelkî cilq kiriye.
Ez dibêjim êdî wext hatiye, hetta pir jî derbas bûye, kesên bi kurdî nizanin ya jî kurdîya wan qels e û tirkên bi kurdan ra di siyasetê da xwe bidin paş, rê bidin kesên bi kurdî zanin.
Çiqasî baş û fedekar dibe bira bibe, kesê/kesa bi kurdî
nizane ya jî kurdîya wî/wê zeîf e ya jî tirk e dibê êdî nebe berdevk û siyasetmedarê,
siyasetmedara miletê kurd.
Siyasetmedar, parlamenter dibê êdî bi kurdan ra bi tirkî nepeyivin. Dibê kurd êdî oto-asîmîlasyonê qebûl nekin, red bikin !
Ev demeke li gelek herêmên Kurdistanê şewatên mezin hene. Li
Dêsimê, li Bedlîsê şewatên mezin çê bûn. Nuh jî li Şemzînanê şewat heye. Li hin
deran hîn venemirandine, şewat berdewam in.
Ev ne şewatên jixweber, tesadufî ne, bi bomberan û topbaranên dewletê tên derxistin.
Mîvanê min(Evdile Koçer) bîstek berê, piştî me xurîniya kir, lêxist çû. Camêr li ereba xwe ya bi mal(karawana) siwar bû û berê xwe da Kopenhagenê.
Mîvanê min wek min ne yekî gundî û nezan bû, camêr bi telefonekê û bi GPSê li Ewrûpayê bajar, bi bajar, qul bi qul gerîya bû.