Lêwik tim ji bo diya xwe ya rehmetî dua dikir, digot:
-Ya Rebî, tu xefûr û rehîm î, tu li dayika min were rahmê, tu gunehên wê efû
bike!
Rojekê jê ra gotine:
-Çima tu tim ji diya xwe tenê ra dua dikî? Ji bavê xwe ra jî dua bike.
Lêwik gotiye:
Lêwik tim ji bo diya xwe ya rehmetî dua dikir, digot:
-Ya Rebî, tu xefûr û rehîm î, tu li dayika min were rahmê, tu gunehên wê efû
bike!
Rojekê jê ra gotine:
-Çima tu tim ji diya xwe tenê ra dua dikî? Ji bavê xwe ra jî dua bike.
Lêwik gotiye:
Rojekê fîlozofê mezin Sokrates dîsa bi şagirtên(xwendekarên,
telebeyên) xwe ra sohbet dikir. Şagirtekî wî jê pirsî:
-Heger demokrasî qebûlkirina biryara piraniyê ye, wê demê ya rast û adil jî ne
ev e gelo?
Mesela, heger li derekê sed kesî ray dabe, gelo qebûlkirina biryara 51 kesî
adil e, ya jî ya 49 kesî?
Wele ev du roj in Stockholma me dikele, bûye wek havîna Kurdistanê. 26-27 derece germîyanê em îhya kirin. Tebaxa îsal dixwaze bi germîyaneka orta havînê xatir ji me bixwaze.
Havîne xweş havîn e, bi germa xwe Stockholmê dikelîne.
Îro hin karên me hebû, em zêde nemeşiyan, zû vegeriyan mal. Em 70 deqeyî
meşiyan.
Do em 12 km meşiyan, em çûn li dora Gola Aspenê doş bûn.
Serokê Hudaparê Zekerîya Yazicioglu bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî
ra çû Melazgirî, 953 saliya zafera Melezgîrê pîroz kir.
Bi Devlet Bahçelî ra
risim girt. Ji ber vê yekê hin kes Zekerîya Yazicioglu rexne dikin.
Ji şexsan ra jî, ji miletan ra jî carnan li hev tê, kabê wan mîr tê.
Hinek ji heq dertên, wî şansê xwe ji dest bernadin, hinek jî
pihînekê lê didin, ji ber deriyê xwe diqewirînin.
Ji me kurdan ra di tarîxa me da cara pêşî ye hewqasî li hev
hatiye, lê wek pêşîyên xwe em jî dikin vî şanşê tarîxî ji dest bidin.
Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.
Wext derbas bû, mirîşkan mesele ji bîr kirin. Mirîşkê hêkê xist bin xwe, bi hêkên xwe ra li ser qurp ket.
Piştî demekê çêlikeke nikilecêb, ji çêlikên wê mezintir ji nav hêkê derket. Qet nedişibiya çêlikên mirîşkan.
Di seyaheta xwe ya Kurdistanê ya vê biharê da min gelek fotograf girtin. Ji wan hinek min bi telefona xwe girtibûn, hinek jî hin nas û dostan girtibûn.
Gelekên wan min di Facebokê û X´ê da parve kirin.
Jêhatê biraziyê min ji min ra du rismên xweşik şandine. Kêfxweş bûm. Min ev risim berê belav kirine ya na nayê bîra min.
Di 15´ê gulanê da em li nava Sûrê digerîyan. Em çûn Mala Ahmed Arîf, Qesra
Cemîl Paşa û Mala Dengbêjan.
Em kurdên Kurdistana Bakur li ser siyaseta partiyên başûr, li ser teşxelayên nabêna wan belasebeb xwe li ber baranê şil dikin; ji bo wan belasebeb em dikevin qirika hev, dilê hevdu dihêlin.
Siyasetmedarên tu beşekî Kurdistanê li ser teşxeleyên nabêna me kurdên bakur nakevin hewriya hev, ji bona me dijminatiya hev nakin.
Bi avakirina Yekîtiya Ewrûpayê û Herêma Şengenê (Schengen) ewrûpiyan xwestin sînorên netewî ji Ewrûpayê rakin, Ewrûpayê bikin parzemîneke(qitayeke)sînorên welatan lê tune.
Lê ev xeyal, ev hedef zû pûç bû, nuha her kes ketiye heyra parastina sînorên welatê xwe, sînorê xwe bi leşker û tank û topan diparêze.
Ereb ji cihûyan, tirk ji me kurdan pir nefret dikin. Tirk ereb ji ber vê nefreta xwe şaşiyên mezin dikin, dibin sebebê felaketên mezin. Lê tu carî jî baqil nabin, dev ji vê kîn û nefreta xwe bernadin.
Nefreta ji miletekî ne baş e, dibe sebebê trajediyên mezin. Nefret dibe sebebê nefreteke din.
Nefret karê merivê zeîf e. Yê bi tirse e ji yê hember nefret dike.
Îro li Stockholmê, li ABFê(Avahiya Federasyona Karkirin) li ser rewşa Rojhilata Navîn, hêzên mezin û rola Îsraîl û Îranê û tesîra vê tevliheviya heyî li ser Kurdistanê semenîrek hebû. Semîner seet di 13.´da bû.
Wek tê dîtin mijar muhîm e, min biryar dabû herim semînerê, li panelîstan guhdarî bikim.
Lê ji bêşansiya min ra min ji bîr kir, ez neçûm. Nuha dema di medyayê da min
sûretên semînerê dît, hat bîra min. Bi vê bêşansiya xwe xemgîn bûm. Xwezî min ji
bîr nekira.
Do min dûzanek da kitêbxana xwe, kitêbên xwe ji hev girtin, xistin dûzanê. Pir tevlihev bûn. Ji berê xweştir bû.
Pir
westîyam, lema do bi şev xweş raketim, bûm wek kevirekî tu bavêjî ji binê bîrê
da.
Vêsê zîla seetê lênexista bi xwe nedihesiyam. Rojên din berî
zîl lêxîne şiyar dibim.
Jiyan bêwestan nabe, dibê meriv biweste.
Ji vêsê da ye ez ketime hingedingeke mezin, min pişta xwe rast nekiriye, kitêban ji hev digrim, ciyê wan diguhezim.
Di refa(refika) min a kitêban da cî nemabû, min hema dabûn ser hev, li ser hev
qûnç kiribûn.
Ji mecbûrî min çû refek, dolabek kevn kirî. Ji vê sibê da kitêban ji hev
digrim, bi cî dikim, lê naqede. Ez ji hal de katim. Îro min ne tiştek nivîsîye,
ne jî xwendîye.
Li ser pêşniyara xanimê, ez û wê jî îro çûn Hagelbyparkenê. Parqeke pir xweş e, bîna meriv lê dertê.
Dema em gihîştin wir danê nîvro bû, me li wir qahwa xwe vexwar.
Destpêkê di bîra min da bû, lê dûra min ji bîr kir rismekî bigirim.
Em 7 km meşiyan.
Lê hêja bû. Qahwe tije kal û pîrên wek me bûn. Gelek kal û
pîrên wek me hatibûn navroja(firavîna)xwe dixwarin. Xerîbek tunebû, giş swêdî bûn.
Swêdî ehlîkêf in, digerin, perê xwe dixun, heqê jiyanê didin. Hesretekê di
dilê xwe da nahêlin. Mêrikan heqê jiyanê didin, tu hesretê di dilê xwe da nahêlin.
Rexneya herî giran jî heger meriv bi zimanekî xweş, bi uslûbeke maqûl bibêje tê gudarîkirin, gelekê caran tesîra xwe jî nîşan dide.
Çimkî tu gotina xwe çawa dibêjî, bi qasî tu çi dibêjî muhîm e.
Bi rastî jî gotina xweş bihara dila ye û serpêhatiyeke min.
Do yekî daxwaza hevaltiya Facebookê ji min ra şand.
Min bala xwe da malpera wî. Ji ber rismê profîla wî, hin rismên di malpera wî da min
daxwaza wî qebûl nekir. Min bi zimanekî maqûl, bi çend gotinan jî ew rexne kir.
Tiştekî ecêb e, di rapora hewayê da digot seet di 15.00a da baranê bibare. Ne seetekê zû, ne seetekê dereng, bi rastî jî tam di seeta gotibûn da (15.00)baranê dest pê kir. Him jî wa ye xweş dibare, ne çend reşêşk-meşêşk in.
Meriv dibe heyranê zanîn û ilmê xelkê.
Lê texmînên wan ên hefteyek berê, du hefte berê jî rast derdikevin. Ciyê, herêmên baranê li bibare jî zanin, ew jî rast derdikve. Mêrikan meraq dikin, serê xwe diêşînin, wexta xwe didinê.
Îsal cara pêşî ye hejîra dixum. Zûda ye li bazarê, li ser dikanan çavên xwe li hejîrên baş digerînim, lê nabînim.
Axirê pêr min ji bazarê 4 heb kirîn. Erê 4 heb, ne zêde. Heba wan bi 9 kronê swêdî bû.
Ew jî li bazarê, li ser markêtan bihatir e.
di kaseyê da yên baş nemabûn, heba minê çend hebên din jî bikiriya.
Alî Kemal di malpera xwe ya Facebookê da ji bîranînên* Dr. Tarik Zîya Ekîncî li ser avabûna DDKO (Komeleyên Kultuturî yên Rojhilat ên Şoreşger) beşek parve kiriye.
Agahiyên Dr. Tarik Zîya Ekîncî li ser avabûna DDKO û li ser kesên di avabûna wê
da pêşengî kirine, roleke sereke lîstine daye pir muhîm e.
Li gorî tiştên Dr. Tarik Zîya Ekîncî neqil kiriye, bûye şahid, pêşengê,
îdeologê avabûna DDKO´ya Anqerê û Stenbolê Mumtaz Kotan bûye.
Ez fêm nakim Ewrûpî,
amerîkî, çepên wan çima hewqasî ji filistîniyan, ji ereban hez dikin û neyarên
Îsraîl û cihûyan in?
Cihûyan(yahûdiyan), îsraîl xerabîyeke herî biçûk jî bi ewrûpiyan nekirine.
Yahûdîyan di her warî da, di ilim da, di aboriyê da, di îcad û keşfên herî
mezin da fêde gîhandine pêşketine ewrûpiyan.
Siyasetmedarên me, serokên me wek yên ereb, faris û tirkan ne baqil in, ne ji xwe ra ne, wek wan li berjewendiyên miletê xwe nafikrin. Ji xelkê masiyan digrin, ji miletê xwe ra kûsiyan jî nagirin.
Heger serokên me baqil bûna bi hev nediketin û nedibûn dost û hevalên dagirkerên welatê xwe.
Erê mezin in, rîsipî ne, lê aqilê wan aqilê zarokan e. Aqilê zaro mîna pel û pincaro, dost û dijminê xwe, xêrxwaz û xêrnexwazê xwe baş ji hev nagerîne.
Di jiyanê da carnan meriv hin şaşiyan, hin xetayên mezin û biçûk dike. Hinek baş in, hinek xerab in
Her xeta, her şaşî meriv xerab nake. Meriv bi saya wan dibe
zane, xwedî tecrûbe. Ji destpêkê meriv nagihîje mikemelê. Meriv bi ceribandinê rastiyê dibîne, îcad û keşfan dike.
Gul bê stirî, însan bê xeta û şaşî nabe.
Dibêjin şaşiyeke navîgasyonê bû sebebê Krîstof Kolomb Amerîkayê kişf bike.
Di programa Bestoon Talkê ya telewîzyona
Rûdawê ji Sefîrê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen pirsa "çima Kurdistan ava nebû ?" hatiye kirin.
Stephen Hitchen jî li ser vê pirsa çima Kurdistan ava nebû, çima kurd nebûn xwedî dewleteke
serbixwe û çima Brîtanyayê soza xwe ya avakirina dewleteke kurdî neanî cî?, çend tiştên
pir muhîm û rast rêzkirine, gotiye:
Jinik û mêrik ji xaniyê xwe ne memnûn bûn, mala xwe guhestin, li meheleke din, ketibûn xanîyekî nuh.
Der û dora xwe, cîranên xwe hîn nas nedikirin.
Sibakê dema herduyan xurîniya xwe dikirin, jinika cîrana wan jî kincên xwe
radixistin.
Jinikê di pacê ra bîstekê li cîrana xwe nêrî, dûra ji mêrê xwe ra got:
Hunermenda hêja Aslîka Qadir gotiye, ” Pêşiyê milet, pêşiyê welat, paşê dîn, partî, malbat”.
Heger her ferdê kurd, her siyasetmedarî, her serokê kurd jî wek Aslîka Qadir xanimê gotiba,”Berê milet, berê welat, dûra dîn, partî û malbat” yekîtiya netewî ji zûda çêbûbû û Kurdistana azad û serbixwe jî ava bûbû.
Li Çînê rojekê yekî feqîr pir birçî bûbû, ji birçîna ji taqet da ketibû. Çû ji dikanekê hirmiyek dizî.
Ew girtin, ji bo ku ceza bikin birin huzûra împarator.
Împarator got:
Te çima dizî kiriye, ma te şerm nekir? Tu nizanî dizî tiştekî pîs e?
Mêrikê feqîr got:
Ji berê da ye pirêza me ya sîyasî ne paqij e, tê da zexelî pir zêde ye. Xurnûg, stirî, dirrî, gongil, çavbeloq, kertal, yanî gelek pel û pincarên dibê li wir tunebin, bi zirar in, di erdê me da pir e, li çongê ye.
Ji ber wê jî mahsûla me ya siyasî ne xurî ye, ne paqij e, zîwan, xurnûg tê da
pir e.
Li Kurdistana Bakur ji berê da ye di nav siyasetmedar û serokên me da tirk,
kesên ne kurd, kurdên kurdî nizanin hene. Lê ji kurdan ra serokatî kirine.
Tacirê miflis, yahûdiyê îflaskirî bi defterên kevn dikve, defter mefterên kevn tevradike. Çimkî rût û zulût bûye, berra pinpinîka dide.
Hin kesên wextekê bêhemdî, bi tesadufî çend salan di siyasetê gerîyan, ji ber
ku ne erbab bûn zû îflas kirin. Bi demê ra hatin jibîrkirin, kes nizane ew
hene, ya jî tune ne.
Wek tacirê miflis ew jî bi defterên kevn ketine, jê hin rûpelan belav dikin.
Pîroz be, ji Rêbwar Taha ra serketinê dixwazim.
Hêvî dikim PDK dev ji mixalefetê berde û kurd giş li Kerkûkê wek bira bi hev ra bixebitin.
Ya muhîm ne ereb û tirkmenek, kurdek bû walîyê Kerkûkê. Ji kîjan partiyê dibe ne muhîm e. Ev yek gerek serok û berpirsiyarên PDK´ê kêfxweş bike.
Em jî di hundur da neman, vê carê me berê xwe da herêma
Waldamarsudde û Muzexaneya Prins Eugen Waldemarsudde.
Waldamarsudde li Stockholmê, li Başûrê Djurgardinê ye, herêmeke pir nav û deng
e. Dema roj xweş be herêma Waldemarsudde tije swêdî û tursît dibe.
Di çûnê da em li tramvayeke pir kevn, 1936´a siwar hatin.
Ev meleyê ni navê Mele Sabîr li mizgefteke Kurdistana Başûr (Mizgefta Mamosta Heyder, li ser bajarokê Berdereşê ye) wek marekî bi jahrî li dijî êzdiyan jahriyê vedirişe, kîn û nefretê belav dike.
Her gotina wî sûcekî giran e, banga neyartî û serîhildna li hemberî êzdiyan e.
Li weletekî demokratîk ev meleyê faşîst, nazîyê har nuha di bin kilîtê da bû.
Piştî wefata bavê xwe şevekê ew di xewna xwe da dîtiye û ev sitran li ser çêkiriye.
Ez bi xwe vê sitranê wek sitraneke, nalîneke, girîyekî, lawijeka li ser bavan
tenê nabînim, wek metaforeke li ser hezkiriyên terka meriv kirine dibînim û bi
wan hestan lê gudarî dikim.
Ev beyana PDK´ê ne ji xêrê ra ye, kane bibe sebebê gelşên mezin. Kane bibe
sebebê hilbijartin çênebe. Hêvî dikim li hev bikin, PDK di vê xeta xwe da israr
neke, hilbijartina Rêbiwar Taha nebe sebebê bûyerên ne xweş.
Ka kerkûk dilê Kurdistanê bû?
Ji dêlî erebek, tirkmenek bibe walî ya jî şirîkê îdareya Kerkûkê. Çima ev yek bi PDK´ê ne xweş e, nikane qebûl bike?
Her kesê bi dev ji meriv ra xweş dike, meriv zeyt dike, halanên derwîn di meriv hildide ne dostê ji dil e.
-Dostê sexte dişibe sabûnê, dest û ruyê te dişo lê belê nigê
te jî xweş dişemitîne.
”Dostên” kurdan yên wek sabûnê pir in, em gelek caran
şemitandine.
Lê dîsa jî em ji wan ”dostên” wek sabûnê, bi dev dost, bi dil dijmin in qut
nabin.
Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji karê xwe îstifa kiriye.
Ev îstîfa Cawad Zerîf surprîzeke muhîm e. Li alî din dubendiya di nabêna serokkomarê Îranê yê nuh Mesûd Pizîşkiyan û Mihemed Cewad Zerîf da nîşan dide. Lê ewê çiqasî mezin be ew ne diyar e.
Mihemed Cewad Zerîf him kesekî muhîm e, miheqeq him jî ne bi tenê ye. Di rojên pêş da li hemberî Mesûd Pizîşkiyan kane hin gelş peyda bibin.
Mihemed Cewad Zerîf gotiye:
Şîrînê me û bavê xwe bû 7 mehî, me çû 7 mehiya wî pîroz kir.
Mezin bûye, em nas kirin, êdî bi kêfxweşî tê himêza me û di himêza me da qet negiriya. Dikir bixebix, dixwest bipeyive, carnan jî dixwest rabe serxwe.
Di nivîsa xwe ya do da min gazin ji medyaya dijîtal kiribû, gotibû:
”Berê, sibehan dema ez diçûm kar hema hema di destê her kesî da ya rojnameyek,
ya jî kitêbek, kovarek hebû.
Nuha di metroyê, di otobozan da meriv kesên rojnameyekê,
kitêbekê dixwîne qet nabîne.”
Îro dema ez diçûm Kitêbxaneya Kurdî semînera kekê Cimşîd
Heyderî, di metroyê da yekî kitêbek ji çentê xwe derxist û dest bi
xwendinê kir.
Navên kitêbên da nasîn:
-Li ser Profesor Qanatê Kurdo
-Maksîm Gorkî, mir ya hat kuştin?
-Durûtiya di siyasetê da
Moderatorê civînê Newzad Hirorî bû.
Cimşîd Heyderî bi kinî qala naverokên hersê
kitêbên xwe kir, dûra jî bersîva guhdaran da.
Di van rojên dawî da li ser navê Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo derewek, gotineke ne rast tê belavkirin. Tê gotin xwedêgiravî Qasim Şeşo di axaftineke xwe da heqaret li Pêxemberê Îslamê kiriye.
Ji ber vê derewê, dîsa li dijî êzdîyan kampaniyeke kîn û
nefretê dest pêkiriye.
Hin mele û kurdên xwenezan, cahil, bêedeb heqaretên mezin li êzdiyan dikin.
Ev karekî pir şaş e, pir şerm e, irqçîtî ye, dibê ji alî kurdan bi xurtî were mahkûmkirin.
Mar yek ji heywanên pir taybet û nepenî ne. Li ser maran
gelek çîrok hene. Li gorî Tewratê mar heywanê herî hîlebaz e.
Mar bi saya
hîlebaziya xwe Hewa di Bexçeyê Eden ê Cinetê da xapand, mêwa qedexe, sêv pê da
xwarin.
Hewa yê jî dûra bi Adem jî da xwarin û çavê herduyan vebûn, lema Xwedê
Teala ew ji Cenetê derxisin.
Di metroyê da çavê her kesî, kal, pîr, jin, mêr, biçû, mezin di telefonê da bû.
Min ji xanimê da got:
Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Matthew Axelrod, ji ber têliliyên Tirkiyê bi Rûsayayê ra gazin ji Tirkiyê kiriye, gotiye, li ser bazirganiya bi Rûsyayê ra wan bala Tirkiyeyê kişandiye, heger Tirkiye helwesta xwe neguherîne ewê Tirkiyê ceza bikin.
"Me ji bo îxracata tiştên elektronîk ên Amerîkayê, bi taybetî jî yên ji bo çêkirina sîlehan tên bikaranîn hişyarî dabû Tirkiyê.
Lê Tirkiyê guh neda hişyariya me. Eger em guherînê bi awayekî zelal nebînin emê ji neçarî Tirkiyê ceza bikin.”
Altan Tan gotiye, kurdan her tim destek dane doza filistîniyan, lê filistîniyan tu carî piştgiriya doza kurdan nekirine, belovacî wê, tim bûne havalên dewletên zulmê
li kurdan dikin, destek dane siyaseta wan ya li hemberî kurdan.
Van tiştan em jî tim dibêjin, lê gotina Alatan Tan gelkî muhîm e. Çimkî ew jî siyasetmedarekî ji cepheya kurdên îslamî ye.
Tê gotin Yehya Sînwar organîzatorê qetlîama 7´ê cotmeha sala çûnî ye.
Terorîstên Hamasê di êrîşê da 1200 sivîl kuştin û gelek kes jî revandin.
Ev
qetlîam bû sebebê şerê Xezayê yê nuha hîn jî dom dike.
Pêşiyên me ji serpêhatiyên xwe ders girtine, gotine, kera barê te ne lê ye, ne ço kê, ne hûş kê. Yanî tiştê meriv eleqeder nake, ne gelşa meriv e dibê meriv xwe tevê neke, bela xelkê neyne ber deriyê xwe.
Dibê meriv belasebeb xwe li ber baranê şil û pil neke. Dibê
em dostên xwe kêm nekin, dijminan li xwe zêde nekin.
Em miletekî bindest in, welatê me kirine çar perçe, dijminên me pir û xurt in.
Lema di tebax û îlonê da dema roj xweş be însan ji malên xwe derdikevin derve û li derên xweş, li nav park, bexçeyên bajêr belav dibin. Min û xanimê jî îro wer kir.
Merivê herî zana, herî baqil jî carnan kane tiştê şaş bibêje, fikreke şaş biparêze. Ev yek wî kesî xerab nake. Li dinyayê însanê qet şaşiyê, xeletiyê neke, qet fikreke şaş neparêze tuneye. Însan ne robot in.
Miheqeq ez jî carnan tiştên şaş dibêjim û diparêzim. Ez bi viya zanim û vê yekê
jî ji bo xwe wek kêmasiyekê nabînim. Heta gorrê meriv tiştê nuh fêr dibe.
Mirî şaşiyê nakin, tiştên çewt nabêjin, lê ji ber ku mirî ne, her însan pir, hindik carnan tiştên çewt dibêjin, dipaêzin.
Her kurd qedrê azadiyê, serxwebûnê nizane, lema jî azadiyê, serxwebûnê ji bo miletê xwe naxwaze.
Heger her kurdî azadî, serxwebûn bixwesta, heger her kurdî bixwesta ji bindestiya tirkan xelas bibe, dawiyê li vê jiyana me ya rezîl bîne, ewê li Amedê ne ji bona filistîniyan, ji bo miletê xwe mitîng çêkirina, ewê ji bo miletê xwe dua û nimêj bikirana...
HUDAPAR´ê do li Amedê ji bo serokê HAMAS´ê Îsmaîl Heniyeyê terorîst meşeke pir mezin çêkiriye. Bi hezaran însan ji ne ji bo kurd û Kurdistanê, ji bo Heniyeyê terorîst meşiyana.
Hewqas kurd çawa hewqasî bêhiş bûne meriv fêm nake.
Li dinyayê cî û warên pir xweş pir in. Lê dera, warê meriv lê mezin bûye, lê zaroktiya xwe borandiye li ber dilê meriv ji her derê, ji her welatî şîrîntir e.
Meriv her derê ji bîr dike, lê taxa xwe, bajarê xwe, gundê xwe, heval û serpêhatiyên xwe yên zaroktiyê tu carî ji bîr nake.
Berpirsiyarên Supayê Pasdarên Îranê li ser şiklê kuştina serokê Hemasê Îsmaîl Heniye çîrokek din li hev ragirtine.
Berê gotin Heniye bi fuzeyekê hatiye kuştin. Dûra gotin di
hundur mala wî da teqîn çêbûye, hatiye kuştin.
Nuha jî dibêjin xwedêgiravî ”, li derveyî odeya Îsmaîl Heniye lê dima teqînek çêbûye û ew bi guleyeke 7 kîlo giran hatiye kuştin.”
Sofî Xelef keserek kûr kişand, bi dengekî xemgîn û ji xwe nebawer ji xanima xwe ra got:
-Xanim, rabe avê germ bike, heger bû ji xwe ewê bibe, emê serê xwe bişon û ku nebû jî tişt nabe, emê ji xwe ra çayeka bi dem çêkin û vexwin.
Hêdî hêdî eşkere dibe Îranê serokê Hamasê Îsmaîl Heniye kuştiye, ne Îsraîl. Bi bombeyeke bi kontrol kuştine.
Berê gotin rakêtek(fuzeyek) li mala Îsmaîl Heniye lê dima ketiye, Heniye bi teqîna
fuzeyê miriye.
Lê derket ortê derew e, Îsmaîl Heniye ne bi rakêtê, bi bombeyeke ji dûr va bi kontrol hatiye kuştin.
Û bombe jî du meh berê di wê malê da hatiye bicîkirin.
Masî ji avê têr nabe, siyasetmedarên me ji şaşiyên xwe, ji serpêhatiyên xwe û yên pêşiyên xwe tiştekî fêr nabin. Em ji ketin û rabûnên xwe ders û ibretê nagirin, baqil nabin.
Ez nizanim çima em tu carî baqil nabin, dost û dijminên xwe
baş ji hev nagerînin.
Dibê meriv bi dijminê xwe ra, bi dagirkerê welatê xwe ra
nekeve eynî cepheyê, ji bo eynî kesî xemgîn nebe.
Hin kurdên me yên îslamî bûne himal û leşkerên filistîn û îslamê. Ji bo miletê
xwe li dijî dewletên dagirker tu carî meşên protestoyê nakin, ji bona şehîdên xwe tu carî nimêja
xiyabî nakin.
Lê ji bo filistîniyan, ji bo terorîstên ereb xwe di didirînin, kezebê li xwe dipertînin.
Îranê gotiye ewê heyfa serokê HAMAS´ê Îsmaîl Heniye ji Îsraîlê bigire.
Ewê heyfeke çito bigire?
Îran di rewşeke pir xerab da ye, Îsmaîl Heniye mîvanê wan bû, nikanîbûn
mîvanê xwe biparêzin.
Îsmaîl Heniye di mala wan da hat kuştin. Lema mele xwe
mecbûr dibînin tiştekî bikin. Lê xwestin têrê nake, dibê hêz hebe, kanibe bike. Bi rextê piştê, bi hevîrê teyştê lec û şer nabe.
Ez wê hêzê bi Îranê ra nabînim.