26 augusti 2024

Em kurdên Kurdistana Bakur tim ji bo hinekên din dikevin qirika hev

Em kurdên Kurdistana Bakur li ser siyaseta partiyên başûr, li ser teşxelayên nabêna wan belasebeb xwe li ber baranê şil dikin; ji bo wan belasebeb em dikevin qirika hev, dilê hevdu dihêlin.

Siyasetmedarên tu beşekî Kurdistanê li ser teşxeleyên nabêna me kurdên bakur nakevin hewriya hev, ji bona me dijminatiya hev nakin.

Kurdên bakur ne wisa ne, ji berê da ye li ser teşxeleyên nabêna PDK´ê û YNK´ê bûne du cepheyên neyarên hev. Him jî ji herdu partiyan bêtir êrîşî hev dikin, neyartiya hev dikin.

Kurdên bakur elimîne ji bo hinekên din şerê hev bikin.

Di salên 1970´î da em ji bo Sovyetê, Çînê, Arnawitê hatin hemberî hev, me hevdu perîşan kir. Wek siyasetmedarên miletekî bindest meriv ne dîn ba, ne pir nezan ba ji bo Sovyetê û Çînê nediket gewriya hev. Ji ber ku em pir nezan bûn me ew cahilî kir.

Nuha gelşa Sovyet û Çînê nemaye, lê vê carê jî em li ser siyaseta PDK´ê û YNK´ê şerê hev dikin.

Heyran dev ji wan berdin, kes guh nade me. Rexneyên me, minaqaşeyên me, gotinên me li ser YNK´ê û PDK´ê tu fêde û tesîra xwe tune, tenê dilê me ji hev sar dike.

Xelk ji xwe ra çi rast dibîne wiya dike, em ji bo wan bi hev dikevin, dilê hev dihêlin.

Tesîr û qîmeta gotinên me li ba PDK´ê û YNK´ê bi qasî kixsakê jî tune ye. Tiştên em dibêjin ew zanin, haya wan ji wan talûkeyan heye...

Ya baş ew e em li ber baranê xwe zêde şil nekin, hinekî hêdî bajon…

XXX
Hizbullaha Libnanê dibêje 300 fuze afêtine ji Îsraîlê da.

Baş netîce çi ye, çi bi dest xistiye?

Netîce sifir e, bi qasî serê derziyê jî karek bi dest nexistiye.

Îsraîl jî mala wan şewitandiye, bel kî bi sedan avahî wêran kirine û gelek kes jî hatine kuştin.

Van îslamîyan bi rastî bêaqil in, bi destê xwe mala xwe diviritînin, miletê xwe perîşan dikin.

Ew baş zanin êrîşa wan bêbersîv namîne, ewê li zirarê derkevin. Lê dîsa jî fîşekan davêjin ji Îsraîl da.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE