26 augusti 2024

Xeyala Ewrûpayek bêsînorên netewî zû pûç bû

Bi avakirina Yekîtiya Ewrûpayê û Herêma Şengenê (Schengen) ewrûpiyan xwestin sînorên netewî ji Ewrûpayê rakin, Ewrûpayê bikin parzemîneke(qitayeke)sînorên welatan lê tune.

Lê ev xeyal, ev hedef zû pûç bû, nuha her kes ketiye heyra parastina sînorên welatê xwe, sînorê xwe bi leşker û tank û topan diparêze.

Piştî çend sal tecrûbe ewrûpî ji biryara xwe ya Şengenê, Ewrûpa sînorên welatê lê tune poşman bûn. Nuha her welatî li ser sînorê xwe ne tenê dest bi kontrola pasaportan kiriye, dest pê kirine dîwarên qewîm lêdikn, dora sînorên xwe bi têlan, bi qereqol û leşkeran diparêzin.
Çimkî ji Afrîqayê, Hindistanê, Pakîstanê, Bengalê, Sirîlankayê û ji gelek welatên Asya yên din bi milyonan însan koçî Ewrûpayê dikin.

Ewrûpa hêdî hêdî dibe Afrîqa, dibe Asya; tu ferqa Londonê, Parîsê, Berlînê, Stockholmê, Brukselê ji Stenbolê, ji welatekî Afrîkayê nemaye. Û ev rewş roj bi roj xerabtir dibe.

Lê gelş ne koç tenê ye, bi koçê ra kulturên xwe, gelşên xwe û terora hêzên îslamî jî anîne Ewrûpayê. 

Li welatê lê sitirîne ewrûpiyan, xelkê sivîl jî di ber filistîniyan da dikujin. Mêrik li Almanyayê wek wahşan sê kes kuştin, 8 kes jî giran birîndar kirin, Daîş dibêje me heyfa filistîniyan girtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE