25 augusti 2024

Bi nefretê hûn zirarê didin xwe

Ereb ji cihûyan, tirk ji me kurdan pir nefret dikin. Tirk ereb ji ber vê nefreta xwe şaşiyên mezin dikin, dibin sebebê felaketên mezin. Lê tu carî jî baqil nabin, dev ji vê kîn û nefreta xwe bernadin.

Nefreta ji miletekî ne baş e, dibe sebebê trajediyên mezin. Nefret dibe sebebê nefreteke din.
Nefret karê merivê zeîf e. Yê bi tirse e ji yê hember nefret dike.

Dibê meriv ji xerabiyê, ji nerindiyê nefret bike, ne ji miletekî dixwaze rehet bijî, miletekî azadiya xwe dixwaze.

XXX

Gelek kes ji hin merivên ne tu tişt in, ne li gorî nav û kursîya xwe ne hêviyên mezin dikin.

Bi hêviyê dest nagihîje baqê kezîyê.

Hin însan bi rastî mezin in, hin jî hene ne tu meriv in, însan wan mezin dikin. Lê tu carî mezin nabin, lema jî nikanin bibin pêşengên îdîalên mezin.

Aqil ji baweriyê muhîmtir e, ew jî tim di hindikayiyê da ye.

XXX

Hizbulaha Libnanê 320 fuze avêtine ji Îsraîl da, Îsraîl jî bersîv dayê, li başûrê Libnanê xistiye. Îhtîmala firebûna şerekî mezin heye.

Îran Hizbulahê pîj dike, Hizbulah jî ji ber ehmeqîya xwe dibe destikê kêra Îranê.

Hizbulah li bela xwe digire. Dibê ji dînîtiya Hamasê û felaketa hatiye serê Xezayê ders bigirta, lê nagire. Kêmaqilî ne bi pera ye.

Heger Hizbulah rehet nesekine, tiştê hat serê Hamasê ewê were serê Hibulahê jî. Ev hêzên îslamî dibê basko bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE