24 augusti 2024

Îro li Stockholmê semînereke muhîm hebû

Îro li Stockholmê, li ABFê(Avahiya Federasyona Karkirin) li ser rewşa Rojhilata Navîn, hêzên mezin û rola Îsraîl û Îranê û tesîra vê tevliheviya heyî li ser Kurdistanê semenîrek hebû. Semîner seet di 13.´da bû.

Wek tê dîtin mijar muhîm e, min biryar dabû herim semînerê, li panelîstan guhdarî bikim.
Lê ji bêşansiya min ra min ji bîr kir, ez neçûm. Nuha dema di medyayê da min sûretên semînerê dît, hat bîra min. Bi vê bêşansiya xwe xemgîn bûm. Xwezî min ji bîr nekira.

Omer Sheikhmous, Osman Aytar, Ahmad Eskandarî, Amîneh Kakebaveh, Haşem Ahmadzadeh axaftevanên semînerê bûn.

Herêma me, Rojhilat aNavîn dikele, Îran, Îsraîl, filistînî, Amerîka, Tirkiye, Sûriye, Îraq, Rûsya hatine hemberî hev, ji hev ra gula dihelînin.
Di vê kaosê da miletê herî bêpişt û zeîf em kurd in. Çar dewletên dagirker dixwazin kurdan ji ber xwe da bixînin.

Çend roj berê(15/8) Tirkiyê û Îraqê li Anqerê peymanek îmze kirin. Îraq û Tirkiye li dijî terorê komîteyekê ava bikin. Îran û PDK jî di nav vê komîteyê da ne.
Îranê fêm dikim, lê PDK´ê çawa ev tişt qebûl kiriye ez fêm nakim. PDK bi çi aqilê bi van dewletên dagirkerên Kurdistanê û neyarên kurdan ra hevkariyê qebûl dike?
Peymana Anqerê li dijî kurd û Kurdistanê ye. Bi nav dixwazin wek peymaneke li dijî PKK´ê tenê nîşan bidin, lê ne wisa ye, tu ferqa wê ji peymana CENTO yê tuneye, Îran, Îraq û Tirkiye dixwazin bi hev ra kurdên herçar perçên Kurdistanê bifetisînin.

Min dixwest guh bidim analîzên panelîstan. Lê mixabin min ji bîr kir.

XXX

Her ku Tirkiye di warê aborî da îflas dike zorê dide girtina kurdan. Her roj 10, 20, 30 kurdî li ciyê rehetiyê, bela sûc, bela sebe digrin, ji bo ku rojevê biguherin, bala milet belav bikin.

Weleh hûn kurdan bi dehhezaran jî êsîr bigirin hûn ji vê rezîliyê, perîşaniyê xelas nabin.

Bi girtin û kuştina kurdan hûnê bêtir perîşan bibin. Xelasiya we girêdayî azadîya miletê kurd e, heta hûn viya qebûl nekin hûnê tim birçî bin û herin xizmetkariya ewrûpiyan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE