24 augusti 2024

Ez westîyam lê hêjayî westa min bû

Do min dûzanek da kitêbxana xwe, kitêbên xwe ji hev girtin, xistin dûzanê. Pir tevlihev bûn. Ji berê xweştir bû.
Pir westîyam, lema do bi şev xweş raketim, bûm wek kevirekî tu bavêjî ji binê bîrê da.

Vêsê zîla seetê lênexista bi xwe nedihesiyam. Rojên din berî zîl lêxîne şiyar dibim.

Jiyan bêwestan nabe, dibê meriv biweste.

Ya muhîm dil neweste, westana fizîkî derbas dibe.

Lê jixwe ”însan ji westanê îbaret e . Tê, diweste û dihere.”

XXX

Hak-Par´ê û Hereketa Azadîyê biryara yekîtiya siyasî dane. Hereketa Azadî ewê xwe fesh bike û tevî Hak-Parê bibe. Biryareke pir baş e. Ser xêrê be. Pir kêfxweş bûm. Hêvî dikim ev cephe firehtir bibe. Çend partiyên din jî hene, di warê siyasî, îdeolojî da ne dûrî van herdu partiyan in. Heger bixwazin ew jî kanin bi vê cepheyê ra li hev bikin, di bin banê partiyeke nuh da kom bibin.

XXX

Ji bo ku Înan Eroglu ez bi vê axaftina Selîm Temoyê hêja hesandim mala wî ava be.

Înan Eroglu, tiştên xweş parve dike. Bi xêra parvekirinên wî ez ji tiştên xweş haydar dibim.

Li ser Celadet Bedirxan axaftineke muhteşem e. Gelek sipas ji bo birayê ezîz Selîm Temo.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE