23 augusti 2024

Min refek li kitêbxana xwe zêde kir

Ji vêsê da ye ez ketime hingedingeke mezin, min pişta xwe rast nekiriye, kitêban ji hev digrim, ciyê wan diguhezim.

Di refa(refika) min a kitêban da cî nemabû, min hema dabûn ser hev, li ser hev qûnç kiribûn.
Ji mecbûrî min çû refek, dolabek kevn kirî. Ji vê sibê da kitêban ji hev digrim, bi cî dikim, lê naqede. Ez ji hal de katim. Îro min ne tiştek nivîsîye, ne jî xwendîye.

Min hinekî li hev ragirt, lê neqediya ye. Ezê sibe jî dom bikim. Belkî dûzana îro min dayê biguherînim. Yanî ewê min pir biwestîne.

Ya herî xirab ciyê kolleksîyona tizbiyên min nema. Min ew bi darda kiribûn, min lê dinêrî û carnan bi hev diguherandin. Nuha ew jî nema.
Ji min ra xaniyekî mezin lazim e, ez zengîn bûma minê vîlayek mezin bikiriya û tê da rehet bikira. Ew pere jî li ba min tune.
Bi ya xanimê be dibê ez malê ji kitêban paqij bikim, ya jî çend heban bihêlim.

Refika min bi cam e, xweşik e, kêfa min jê rat ê. Lê cî li min teng kir. Quncikê min, dûzana û deqora min a berê xera bû.

-Mirin, carnan ceza ye, carnan diyarî ye, gelekê caran jî lutfek e.

Mirin her tiştî wek hev dike.

Mirin dora êş e, her kes li bende dora xwe ye. Carnan jî dorê zû tîne ser hinekan. Ev jî bêedaletî ye. Lema meriv kane bibêje mirin jî tam ne adil e.

XXX

-Sedeqeta bi pera tê kirîn, bi perakî hîn zêde tê firotin jî.

Dostê pera tim xeyidî ye. Hevalê xwarinê pir in.

Mal, dewlemendî dost û hevalan li meriv zêde dike.

Xizanî ne tu çek e, Xwedê milê kesî tê ra neke.

XXX

Hin xortên kobanî dema xwestine herin Îspanyayê li Cezayîrê hatina girtin. Ji tebaxa 2023 da ye di zindanê da ne.

Tu demê, di tu tarîxê da kurd hewqasî bi çolan neketine.

Ji her çar perçên Kurdistanê ciwan qefle bi qefle, mirinê digrin çavên xwe û bi çolan dikevin.

Ji Yûnanîstanê, Bûlgarîstanê, Belarûsê, Polonyayê, Almanyayê bigire, hetanî bi Meksîkayê û Amerîkayê, li ser sînorê her welatî kurd hene. Kurdistana bi tevayî ji ciwanan vala dibe.

Mecbûr, ne mecbûr bi sedhezaran ji Kurdistanê direvin. Ev felaketeke mezin e, lê bêyî gazina meriv nikane tiştekî jî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE