22 augusti 2024

Swêdî heqê jiyanê didin

Li ser pêşniyara xanimê, ez û wê jî îro çûn Hagelbyparkenê. Parqeke pir xweş e, bîna meriv lê dertê.

Dema em gihîştin wir danê nîvro bû, me li wir qahwa xwe vexwar.
Destpêkê di bîra min da bû, lê dûra min ji bîr kir rismekî bigirim.
Em 7 km meşiyan.
Lê hêja bû. Qahwe tije kal û pîrên wek me bûn. Gelek kal û pîrên wek me hatibûn navroja(firavîna)xwe dixwarin. Xerîbek tunebû, giş swêdî bûn.
Swêdî ehlîkêf in, digerin, perê xwe dixun, heqê jiyanê didin. Hesretekê di dilê xwe da nahêlin. Mêrikan heqê jiyanê didin, tu hesretê di dilê xwe da nahêlin.

Xerîb, asyayî, afrîqî, piranî nizanin perê xwe bixun, destê wan li perê wan nagere, tim li dû tiştên erzan in. 40-50 kronî nadin qahwakê, lema naçin ciyê wiha.
Li parqê beraz, bizin, mihî, mirîşk, kevroşk hene. Belkî dewar û hesp jî hebin, lê me nedî.
Li parqê gelek çalakîyên ji bo zarokan, konser çêdibin. Îşev dans heye. Di 24´ê mehê da mazata tiştên kevn heye. Xelk tiştên xwe yên kevn difroşin. Pir qelebalix dibe.
Di 25´ê mehê da fest e, malbat zarokên xwe dibin, kêf dikin. Yanî tim aktîvîteyek heye.
Wekî din jî meriv kane lê bigire, aşxane, qahwexane lê heye.
Yên ji meşê hez dikin, ji ber parqê, li dora Gola Aspenê doş dibin, dizîvirin.
Gera li dora golê ne pir e, 7 km e. Em hîn neçûne, lê min û xanimê li hev kiriye roja duşemyê emê herin bibînin.
Dibêjin hawidoreke pir xweş e. Îro dema em çûn parqê, çend kal û pîr li ber deriyê parqê kom bûbûn. Min silva da wan, min got ma hûn dikin herin bimeşin?
Pîrekê got, me meşa xwe qedandiye. Em li dora Gola Aspê doş bûn û hatin. Min got emê jî rojekê herin bibînin. Ji min ra rê tarîf kir, got emê çawa herin.
Me biryara xwe daye, emê herin Gola Aspenê û riya wê jî bibînin.

Tarîxa gundê Hagelby 700 sal kevn e, lê Parqa (çiftliga)Hagelby di nabêna 1911-1922´a da ji alî xwediyê fabrîka Ericssonê, Lars Magnus Ericsson û xanima wî Hîlda yê va hatiye avakirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE