22 augusti 2024

Gotina xweş bihara dila ye

Rexneya herî giran jî heger meriv bi zimanekî xweş, bi uslûbeke maqûl bibêje tê gudarîkirin, gelekê caran tesîra xwe jî nîşan dide.

Çimkî tu gotina xwe çawa dibêjî, bi qasî tu çi dibêjî muhîm e.
Bi rastî jî gotina xweş bihara dila ye û serpêhatiyeke min.
Do yekî daxwaza hevaltiya Facebookê ji min ra şand.
Min bala xwe da malpera wî. Ji ber rismê profîla wî, hin rismên di malpera wî da min daxwaza wî qebûl nekir. Min bi zimanekî maqûl, bi çend gotinan jî ew rexne kir.

Min got şermeke mezin e kurdekî xwe kurdperwer bibîne rismên dijminên miletê xwe têxe profîla xwe, bi hevaltiya dijminên xwe kêfxweş û îftîxar neke, gerek ji tiştekî wiha şerm bike.

"Ma siyasetmedarekî filistînî rismê serokkomarê Îsraîl Weizmann ya jî yê Netanyahu dike profîla xwe?

Ez daxwaza kesên bi hevaltiya dagirkerên welatê xwe serbilind in qebûl nakim."

Rexneya min tesîra xwe nîşan da, camêr xwe aciz nekiriye, ew risim giş rakirine. Ez pir kêfxweş bûm. Fena ku ez kurdekî ji cepheya dijmin veqetînim, bînim cepheya kurdan. ev his bi min ra çêbû.

Gotina xweş bihara dila ye. Zimanê şîrîn mar ji qulê derdixîne.

Rexneya bi zimanekî maqûl were kirin kane tesîrê li însanan bike, însanan bide fikirandin. Belkî jî bibe sebebê dûrketina ji hevaltiya dijmin jî.
Her tişt mimkûn e, tu tiştê ne mimkûn be tune ye.

XXX

-Ji bo naskirina însanan ji ceribandina wan netirsin, çimkî yên dibê ji meriv dûr kevin, dibê di serî da herin.

-Yê di xortaniya xwe da darekê neçîne, dema extîyar bû sîyeke di bin da rehet bike ewê nebîne.

Dibê meriv wexta xwe, rojên xwe vala, bi tembelî derbas neke, karekî bike, tiştekî bizuliqîne. Bixwîne, tişştekî nuh fêr bibe. Heger jê tê binivîsîne. Destê xebitî li ser zikê têr e. Serketin bi xebatê mimkûn e. Em kurd dibê ji bo azadiya xwe bixebitin, tiştên baş fêrî hev bikin, ji hev fêr bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE