21 augusti 2024

Mêrikan zanin kîjan seetê baranê li ku bibare

Tiştekî ecêb e, di rapora hewayê da digot seet di 15.00a da baranê bibare. Ne seetekê zû, ne seetekê dereng, bi rastî jî tam di seeta gotibûn da (15.00)baranê dest pê kir. Him jî wa ye xweş dibare, ne çend reşêşk-meşêşk in.

Meriv dibe heyranê zanîn û ilmê xelkê.
Lê texmînên wan ên hefteyek berê, du hefte berê jî rast derdikevin. Ciyê, herêmên baranê li bibare jî zanin, ew jî rast derdikve. Mêrikan meraq dikin, serê xwe diêşînin, wexta xwe didinê.

Misilman ji vî ilm û zanîna xelkê dersê, ibretê nagirin, baqil nabin, fêr nabin, ew jî xwe naguherînin, hîn jî her tiştî bi emrê Xwedê va girê didin. Her tiştş hewaleyî Xwedê dikin.

Dîndarên ewrûpiyan jî ne wek yên misilmanan in, dîndar in lê wek yên me ne paşdamayî û fanatîk in. Baweriya wan bi ilim heye, ne li gorî dîn û kitêbên miqedes, li gorî ilim difikirin.

XXX

-Li ser ruyê dinyayê gelek însanên ne layiqî ronahiya rojê ne hene, lê belê roj dîsa jî her roj hiltê.

-Hey jiyan, sebebê tu hewqasî muhîm tê dîtin bi saya mirinê ye.

-Her tiştê dest pê dike diqede.

///Seneca

XXX

Her kes li gorî xwe xwedî fikrekê ye, belkî hevalê partiyekê ye, ji siyasetmedarekî, ji serokekî hez dike. Di vir da tiştekî şaş, anormal tune ye.

Tiştê şaş, meriv xwe tenê rast bibîne û yên wek meriv nafikirin, ne ji partiya meriv in, ji serokê meriv jê hez dike, hez nakin şaş, dijminê xwe bibîne.

Partî, serok, îdeolojî gerek ne di ser miletperweriyê ra, ne di ser doza kurd û Kurdistanê ra be. Ya muhîm ne hevalê dijmin be, ne di cepheya dijmin da be. Kes ne mecûr e wek meriv bifikire. Dibê em cudahiyên hev qebûl bikin.

XXX

Ji Dêrsimê di 2 salên dawî da zêdeyî 14 hezar kesan koçî dervayî welat kirine.

Kurdistan vala dibe. Ne ji Dêrsimê tenê, ji gelek bajarên din jî kêm zêde koçeke bi qasî vê mezin heye.

Li başûr, rojava, rojhilatê Kurdistanê jî koçberiyeke bi sedhezaran heye.

Ev felaketeke mezin e. Ev koçberiya bi sedhezaran, bi milyonan di rojên pêş da ji bo demografiya Kurdistanê talûkeyeke pir mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE