21 augusti 2024

Îsal cara pêşî ye min hejîr xwar

Îsal cara pêşî ye hejîra dixum. Zûda ye li bazarê, li ser dikanan çavên xwe li hejîrên baş digerînim, lê nabînim.

Axirê pêr min ji bazarê 4 heb kirîn. Erê 4 heb, ne zêde. Heba wan bi 9 kronê swêdî bû. 

Ew jî li bazarê, li ser markêtan bihatir e.
di kaseyê da yên baş nemabûn, heba minê çend hebên din jî bikiriya.

Çavê tunebûnê û mahrûmîyetê kor be. Li vir îmkana meriv wek li Kurdistanê bi satilan, bi kîloyan bikire tune ye. Meriv bi heba dikire.

Min kirî lê hîn baş negihîştibûn. Min duduyên nerm xwarin, herduyên din jî rakirin, ji bo ku bigihêjin. Min bîstek berê yek xwar, yek jî hîşt para xanimê.

Ez zanim li welêt xelk hejîra bi satilan, bi sepetan, bi kîloyan dikire. Min 4 heb kirîn. Ewê bi min bikenin.

Dema meriv dûrî welatê xwe be, meriv ji hin tiştan mahrûm dimîne.
Hejîr ji derve, ji Tirkiyê, ji Yûnanîstanê tê Swêd. Lema ne teze ne, bi rê d axera dibin, kerrik in, hişk bûne.

Îsal hejîr pir kêm in. Yên hene ya kerrik in, ya jî xerra bûne.
Saleke din ez biharê naçim welêt, ezê payizê herim, ji bo ku têr hejîrên wek loqim û tirî bixum.

Min pir bîriya tiriyê şîre kiriye, bi xêr vê carê em herin ezê herim Mêrdînê dilê xwe li tiriyê şîre û hejîrên wek pala rehet bikim.

Dema ez li Wêranşarê bûm rez tunebûn, tiriyê mej i Mêrdînê, ji Rihayê, ji Swêregê û Entabê dihat.

Tiriyê şîre ji Mêrdînê di nav selikên dirêj da dianîn. Dema devê selikan vedikirin, pel ji ser radikirin, gûşiyên wek camê, wek zêr ji selikan derdixistin, xelk li ser kom dibû, ji dest hev direvandin. Ew sahne hîn di bîr amin da ye.

Tiriyê şîre belkî li Amedê jî heye. Ji Licê, ji hin qezayên derdorê tînin Amedê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE