21 augusti 2024

Di bîranînên Dr. Tarik Zîya Ekîncî da avabûna DDKO

Alî Kemal di malpera xwe ya Facebookê da ji bîranînên* Dr. Tarik Zîya Ekîncî li ser avabûna DDKO (Komeleyên Kultuturî yên Rojhilat ên Şoreşger) beşek parve kiriye.

Agahiyên Dr. Tarik Zîya Ekîncî li ser avabûna DDKO û li ser kesên di avabûna wê da pêşengî kirine, roleke sereke lîstine daye pir muhîm e.
Li gorî tiştên Dr. Tarik Zîya Ekîncî neqil kiriye, bûye şahid, pêşengê, îdeologê avabûna DDKO´ya Anqerê û Stenbolê Mumtaz Kotan bûye.

Para Kemal Parlak jî tê da heye, lê pêşeng Mumtaz Kotan bûye; wî pêşengiya avabûna DDKO´yê kiriye. Zanîna vê yekê pir muhîm e, dibê meriv heqê Sezar bide Sezar.

Wek Dr. Tarik Zîya Ekîncî jî gotiye hin kes vê rastiyê bincil dikin, di avabûna DDKO´yan da xwe derdixin pêş ne rast e, Mumtaz Kotan kesê li pişt perdê bûye, wî bi zanetî hin ciwan dane pêş, xwestiye wan onûre bike.

Dr. Tarik Zîya Ekîncî di bîranên xwe da bi samîmî gotiye, pêşengê avabûna DDKO Mumtaz Kotan bû, wî serkêşiya vê xebatê dikir û di dawiyê da DDKO´ya Anqerê û Stenbolê hatin avakirin.

Bîranîn ne ji bo tarîxa şexsan tenê, ji bo tarîxa miletekî, ji bo lêkolîneran û dîroknasan jî çavkanîyeke pir muhîm e. Çimkî meriv bûyeran ne ji devê kesên duduya, sisiya, ji devê aktor û şahidê bi xwe di nav bûyeran da bûye dibihîze.

Lema jî bîranîn di tarîxa şexsan da çavkaniyeke herî girîng û muhîm e.
Xêra van bîranînên Dr. Tarik Tarik Zîya Ekîncî em hin rastiyên baş nedihatin zanîn fêr dibin.

Di vî beşê bîranînên Dr. Tarik Zîya Ekîncî da em tiştekî din jî fêr dibin, Ekîncî tu carî nexwestiye di nav tevgera kurd da cî bigire û bibe serokî kurdan. Tim mesefeyek xistiye nabêna xwe û nasyonalîstên kurd, xwe ji kurdan, tevgerên Kurdistanî dûr xistiye.

Min berê jî ji hin kesên Dr. Tarik Zîya Ekîncî baş nas dikirin bihîstiye, belkî jî min di hin deran da jî xwendibe, Dr. Tarik Zîya Ekîncî di nav kadirên wê demê da merivê herî zana bûye, her kesî bi çavê lîderekî lê mêze kiriye.

Heger Dr. Tarik Zîya Ekîncî bixwesta wê demê ew serokekî kurdan bû, her kesî jî ev dixwest, lê wî nexwestiye bibe serokekî kurdan. Tim xwestiye di cepheya çep, sosyalîstên tirkan da be.

Tu carî nexwest xeta TÎP(Partiya Karkirên Tirkiyê)derbas bike, têkeve nava tevgera kurd a netewî ya jî bibe serokekî kurdan, bibe yekî wek Dr. Şivan, Seîd Elçî.

Di bîranînên xwe da wî bi xwe jî ev rastî  îtîraf kiriye, gotiye ez naxwazim gaveke ji micadela demokratîk pêşdatir bavêjim. Heta wefata xwe jî dev ji vê xeta xwe berneda.

Mumtaz Kotan di hefsê da berî mahkime dest pê bike parastina hazir kirine bi Dr. Tarik Zîya Ekîncî  daye xwendin, jê ra gotiye:

”Ev dozeke tarîxî ye, dibê yekî wek te xwedî tecrûbe û di siyasetê da xwedî giranî jî vê parastinê îmze bike, ewê gelkî bi fêde be. Ewê tesîreke mezin li vê doza tarîxî bike.”

Dr. Tarik Zîya Ekîncî dibêje:

”Min jê ra got, ez pêşniyarê raswîp nakim, lema jî ez parastina we hazir kiriye îmza nakim.Wek sebeb jî min got ez naxwazim parastineke ji micadela xwe ya demokratîk a hetanî nuha min daye mezintir bikim.
Piştî wê, beşekî van xortan dest pê kirin xwe ji min dûr xistin, li hemberî min bi mesefa hereket kirin.”

*DDKO Komeleyên Kultuturî yên Rojhilat ên Şoreşger
**Lice’den Paris’e Anılarım/Ji Licê heta Parîsê bîranînên min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE