20 augusti 2024

Çepên ewrûpî çima hewqasî miriyên filistîniyan û neyarên Îsraîl in?

Ez fêm nakim Ewrûpî, amerîkî, çepên wan çima hewqasî ji filistîniyan, ji ereban hez dikin û neyarên Îsraîl û cihûyan in?

Cihûyan(yahûdiyan), îsraîl xerabîyeke herî biçûk jî bi ewrûpiyan nekirine.

Yahûdîyan di her warî da, di ilim da, di aboriyê da, di îcad û keşfên herî mezin da fêde gîhandine pêşketine ewrûpiyan.

Heger ne îcad û keşfên alimên yahûdiyan bûna ewrûpî, welatên wan nuha hewqasî bi pêş neketibûn, neçûbûn asîmanan, nebûbûn xwediyên vê refahê, vê teknolojiya îro.

Nufûsa yahûdiyan 14-15 milyon e, hetanî nuha ji sedî 22´ê, 200 Xelatên Nobelê girtine.

Nufûsa mislimana ji milyar û nîvekê zêdetir e, 7 xelatên ilim û edebîyatê girtine.

Yahûdî mêrikan ji berê da ye bûne motora pêşketina dinyayê, giranî, qîmet dane ilim û teknolojiyê, îcad û keşfan.

Ji aboriyê, fizîkê, kîmyayê, edebîyatê, felsefê, tibê, bigire, heta bi risim, di her warî da para yahûdiyan heye, Xelatên Nobelê girtine.

Filisîniyan, ereban, misilman bi qasî serê derziyê jî fêde negîhandina pêşketina ewrûpiyan û dinyayê.

Di tu warê ilmî da îcad û keşfeke ereban a muhîm tune ye.
Lê gelek zirar dane ewrûpiyan û miletên din.

Ji her welatê Ewrûpayê bigire, hetanî bi Amerîkayê, Qanadayê, Australyayê, her welat li ewrûpiyan kirine cahnime.

Ewrûpî li welatên xwe bûne êsîrên misilmanan, îslamîstan, ereban. Qesta min misilmanên radîkal, îslamîst in.
  
Filistînî, ereb, îslamî li dijî kultura wan in, li dijî dînê wan û şiklê jiyana wan in.

Lê ewrûpî dîsa jî bi dil û can piştgiriya Hamasê û filistîniyan dikin.

Rejîma Hamasê jî şerîet e, xêlî yê, bindestî û koletiya jinan e.
Li gelek derên dinyayê yên din jî gelên, miletên di rewşa filisîniyan da ne hene.

Li vê dinyayê zulm, neheqî li filistîniyan tenê nabe, li me kurdan jî dibe, halê em tê da ne ji yê filistîniyan ne baştir e.

Li dinyayê gelek miletên ji filitîniyan perîşantir hene, ewrûpî, çep, komunîs, dîndarên, demokratên ewrûpî rojekê ji bo wan tiştekî nakin.

Tu dibêjî qey li vê dinyayê bêyî filistîniyan zulm li miletekî din nabe. Here were filistînî û filistînî…
Ewrûpî, amerîkî  tenê ji bona filistîniyan xwe diçirînin, xwe perçe dikin.

Çavên wan bêyî filistîniyan gelşeke din nabîne. Çima wiha ye ez pir meraq dikim.

Ez dibêjim ev hezkirina ji filistîniyan ji ber nefret û neyartiya yahûdiyan e.

Ji bo ku li dijî yahûdiyan û dewleta wan in destegê didin filistîniyan, ereban, bi misilmanan ra hereket dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE