19 augusti 2024

Xwezî serokên me jî wek yên tirkan baqil bûna

Siyasetmedarên me, serokên me wek yên ereb, faris û tirkan ne baqil in, ne ji xwe ra ne, wek wan li berjewendiyên miletê xwe nafikrin. Ji xelkê masiyan digrin, ji miletê xwe ra kûsiyan jî nagirin.

Heger serokên me baqil bûna bi hev nediketin û nedibûn dost  û hevalên dagirkerên welatê xwe.

Erê mezin in, rîsipî ne, lê aqilê wan aqilê zarokan e. Aqilê zaro mîna pel û pincaro, dost û dijminê xwe, xêrxwaz û xêrnexwazê xwe baş ji hev nagerîne.

Gava meriv dost û dijminê xwe ji hev negerîne, bibe heval û hefadê dijminê xwe, abûqatiya xêrnexwazê xwe bike kêmaqilî ye.

Agir bi male meriv û mala cîranê meriv keve, meriv berê agirê mala xwe vedimirîne. Yê şewata mala xwe venemirîne, here alîkariya cîranê xwe ya dîn e, ya totikvala ye.

Aqil serweta herî bi qîmet e, ew jî li ba her kesî tune.
Nuxsaniya êqil bi du şiklî dibe, yek ji ber dînîtiyê ye, ya din jî ji ber cahiliyê ye.

Cahilên me ji yên tirkan, ereban û farisan gelî pirtir in.Lema jî kêmaqilên me jî ji yên wan zêdetir in.

Ji be wê jî bi hezaran kêmaqilên me di nav tirkan da hene, bi hezaran bûne canfîdayên filistîniyan.

Bala xwe bidinê çend tirk, çend filistînî, ereb, faris bi me ra şerê dagirkerên welatê me dikin, ji van miletan çend kes azadî û serxwebûna me dixwazin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE