19 augusti 2024

Jiyan bê şaşî nabe

Di jiyanê da carnan meriv hin şaşiyan, hin xetayên mezin û biçûk dike. Hinek baş in, hinek xerab in

Her xeta, her şaşî meriv xerab nake. Meriv bi saya wan dibe zane, xwedî tecrûbe. Ji destpêkê meriv nagihîje mikemelê. Meriv bi ceribandinê rastiyê dibîne, îcad û keşfan dike.

Gul bê stirî, însan bê xeta û şaşî nabe.

Dibêjin şaşiyeke navîgasyonê bû sebebê Krîstof Kolomb Amerîkayê kişf bike.

Çewtiyeke Alexander Flemîngê bakterîlog di sala 1928´a da ew sewqî îcada penesîlînê kir.

Ji bo wê jî her şaşî, her xeta kane ne xerab be, hinê caran kane meriv teşwîqî karekî baş bike.

XXX

Xelk zane av bi kê germ dibe, hukmê kê heye, kî xurt e, kî kane şuxilan li hev ragire, şer gurr bike ya jî rawestîne.

Li ku derê şerekî mezin û giran hebe Amerîka ya di nav da ye, ya jî nabênçi ye

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken do çû Îsraîlê. Îro ewê bi serokwezîrê Îsral Benyamîn Netanyahu ra rûne.
Piştî hevdîtina bi Netanyahu ra, roja sêşemiyê jî ewê here Misrê, bi berpirsiyarên Misrê ra li ser agirbesta li Xezayê bixebite.
Amerîka zextê dide ser Îsraîl, dixwaze li Xezayê şer rawestîne.
Ji destpêka şerê Xezayê da ye ev cara deha ye Antony Blinken serdana herêmê dike, hewil dide Îsraîl û Hamasê bi peymanekê li hev bîne. Lê zor e, zirarên pir mezin qewimîne. Şer her ku mezin dibe rawestandin zahmettir dibe

XXX

Tirkiye mitefikê Amerîkayê ye, dostê Rûsyayê ye, normal e, jê ra ne eyb e, ne qusûr e.

Filistînî ji her kesî alîkariyê dixwazin, alîkariyê digrin, normal e, baş e, kes rexne nake.

Lê hevkariya kurdan ya bi Amerîkayê ra dibe sûcekî mezin, eybeke giran. Tiştê xelk dike rast e, heq e. Gava em kurd dikin qebhet e.

Ê xelkê sor û zer e, ê me ji dinyê der e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE