18 augusti 2024

Sefîrê Brîtanya yê Îraqê Stephen Hitchen gotiye çima Kurdistan ava nebû?

Di programa Bestoon Talkê ya telewîzyona Rûdawê ji Sefîrê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen pirsa "çima Kurdistan ava nebû ?" hatiye kirin.
Stephen Hitchen jî li ser vê pirsa çima Kurdistan ava nebû, çima kurd nebûn xwedî dewleteke serbixwe û çima Brîtanyayê soza xwe ya avakirina dewleteke kurdî neanî cî?, çend tiştên pir muhîm û rast rêzkirine, gotiye:

”Bersiva sereke ya vê pirsê ev e: Rewşa cîranên gelê kurd rê neda dewleta kurdan were avakirin.

Wê demê gelekî zehmet bû kurd dewletekê ava bikin. Kurd ne komeke hevgirtî ne.

”Dînamîka hêza welatên li derdorê ji ya Hewlêr û Silêmaniyê bihêztir bû.

Bersiva duyem jî ev e: Dema pirsa ‘gelo kurd miletek in, an eşîrên cuda ne, bi hev re şer dikin?
Bersîva vê pirsê ev bû: Kurd ne komeke hevgirtî ne, bi zimanên cuda diaxivin, çanda wan ne yek e û nirxên wan ên manewî ne hevpar in.”
Sebebên Stephen Hitchen rêz kirine rast in, îro jî rewş neguherîye, hîn eynî tişt e.
Kî kane îtîrazî van gotinên Stephen Hitchen bike, bibêje na ne rast e, dewletên derdorê ji kurdan ne xurttir bûn, kurd jî li hev bûn, bi tifaq bûn û piraniya kurdan dixwest ji ereb û tirkan veqetin, bibin xwedî dewleteke serbixwe?
Bi baweriya min mêrik rast gotiye, di nabêna 1919-1923´a da tirk û ereb ji me xurttir û bi tifaqtir bûn, yekîtiya wan ji ya kurdan pir pêşdatir bû.
Lê ji wê muhîmtir, kurdan wek miletekî bi tifaq, wek ereb û tirkan dewleteke serbixwe nedixwestin. Yên li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê Kurdistaneke serbixwe dixwestin ne piraniya kurdan bû, hêzeke biçûk bû. 

Bi taybetî li bakur û rojavayê Kurdistanê piraniya eşîrên kurdan bi tirk û ereban ra bûn û li dijî Kurdistana serbixwe bûn. Şerê kurdên serxwebûnxwaz dikirin.
Lema jî îngilîz û fransizan dev ji alîkariya wan berdan û kurd ketin bin destên tirk û ereban. Tarîxa wê demê, bîranînên kurdan yên wê demê vê rastiyê nîşanî me dide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE