18 augusti 2024

Car heye meriv şaş e lê meriv nizane

Jinik û mêrik ji xaniyê xwe ne memnûn bûn, mala xwe guhestin, li meheleke din, ketibûn xanîyekî nuh.

Der û dora xwe, cîranên xwe hîn nas nedikirin.
Sibakê dema herduyan xurîniya xwe dikirin, jinika cîrana wan jî kincên xwe radixistin. 

Jinikê di pacê ra bîstekê li cîrana xwe nêrî, dûra ji mêrê xwe ra got:

-Bala xwe bidê, kincên wê ne paqij in, ya nizane kincan bişo, ya jî sabûna bi kar tîne ne baş e. Kincên wê qilêrî xuya dikin.
Mêrê wê lê nerîye, lê tiştek jê ra negotiye.

Her cara cîrana wê kincên xwe raxistiye, wê jî tim eynî tişt ji mêrê xwe ra dubare kiriye, gotiye ev jinika cîrana me ya nizane kincan bişo, ya jî sabûneke ne baş bi kar tîne, kincan paqij nake.

Rojekê bala xwe dayê kincên cîrana wê giş paqij xuya dikin. Ji mêrê xwe ra gotiye:

-Bala xwe bidê, wa ye dawiya dawî fêrî kincşuştinê bûye. Kincên wê giş paqij in. Ez meraq dikim, gelo kê fêrî wê kir?
Mêrê wê mizicî ye, gotiye:

-Vê sibehê ez hinekî zû ji xew rabûm, min paceyên me paqij kirin.
Jinikê dengê xwe nekiriye…

Di jiyanê da carnan meriv dikeve dewsa vê xanimê. Lê her tim kesekî wek vî camêrê pace paqij kiriye rastî meriv nayê. Meriv heta û heta bi şaşiya xwe ra dijî, dibêje belkî ew rast dibêje, rast difikire, yê hember şaş e, neheq e.

Xwezî meriv tim bi şaşiyên xwe bihesiya…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE