17 augusti 2024

Aslîka Qadir: Berê milet, berê welat, dûra dîn, partî û malbat

Hunermenda hêja Aslîka Qadir gotiye, ” Pêşiyê milet, pêşiyê welat, paşê dîn, partî, malbat”.

Heger her ferdê kurd, her siyasetmedarî, her serokê kurd jî wek Aslîka Qadir xanimê gotiba,”Berê milet, berê welat, dûra dîn, partî û malbat” yekîtiya netewî ji zûda çêbûbû û Kurdistana azad û serbixwe jî ava bûbû.

Tu serokekî kurd nabêje "berê milet, berê welat, dûra dîn, dûra partî û malbat”; ne hemû bin jî, piranî, bi taybetî jî serokên parityên mezin û xurt wiha nabêjin, gişk dibêjin ”berê ez, berê malbata min, berê partiya min, berê dînê min, berê îdeolojîya min; dûra milet û welat”.

 Du roj berê, di nabêna 15-16´ê vê mehê da li paytexta Gurcistanê, li Tiflîsê "Konferansa Kurdên Qefqasyayê -Perspektîvên Neteweyî" çêbû. Konferansê du rojan (15-16/8-24)ajot.

Ji herçar beşên Kurdistanê, ji Ewrûpayê gelek kes, siyasetmedar, lêkolîner, alim  beşdarî konferansê bûn û reşa kurdan û karên dibê kurd bikin minaqaşe kirin.

Ji xeberên li ser konferansê di medyayê d abelav bûne tê fêmkirin konferans pir baş û serketî derbas bûye.

Di daxuyaniya konferansê da hatiye gotin ziman û hebûna miletê kurd di talûkê da ye.

Ji tema, şîar û beşdarên konferansê diyar dibe konferanseke pir muhîm û serketî bûye, panelîstên beşdar gelek mijarên muhîm minaqaşe kirine, bal kişnadine ser gelek kar û mijarên girîng.

Hundermenda  bi nav û deng Aslîka Qadir dikonferansê da gotiye:
”Vê konferansê jî îspat kir rihê netewetî li ba kurdan gelek heye. Ez bi xwe jî kurda êzidî me. Ji bo min dîn hewqasî ne girîng e. Pêşiyê milet, pêşiyê welat, paşê dîn, partî, malbat.”

Dibê her kurd, ser siyasetmedar, her seokê kurd wiha bibêje. Ji ber ku wiha nabêjin, ji ber piraniya wan, yên xurt û mezin şexsê xwe, malbata xwe, partiya xwe ji di ser berjewendiyên milet û Kurdistanê ra dibînin lema em bêtifaq in û di vî halê perîşan da ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE