17 augusti 2024

Serpêhatiya dizê hirmiyê

Li Çînê rojekê yekî feqîr pir birçî bûbû, ji birçîna ji taqet da ketibû. Çû ji dikanekê hirmiyek dizî. 

Ew girtin, ji bo ku ceza bikin birin huzûra împarator.

Împarator got:
Te çima dizî kiriye, ma te şerm nekir? Tu nizanî dizî tiştekî pîs e?
Mêrikê feqîr got:

-Ez benî, ez pir birçî bûm, min bi xwe nikanîbû, lema min hirmiyek dizî, xwar. Ez ketime bextê we, min efû bikin. Heger tu min efû bikî ezê diyariyeke pir bi qîmet bidim te.
Împarator bala xwe dayê, mizicî, jê got:
-Li ba yekî wek te ma kane çi tiştê pir qîmet hebe ku?
Yê diz hebek hirmiyê ya di dest xwe da dirêjî împarator kir, got:
-Heger hûn vê heba(bizrê) hirmiyê biçînin di rojekê da wê bibe dareke fêkiyên wê zêr be.
Împarator keniya, got:
-Ê heger wihaye biçîne. Gava ez fêkiyên zêrîn bibînim ezê te efû bikim.
Diz got:

-Ez xulam ez nikanim vî bizrî biçînim, çimkî ez dizek im. Dibê vî bizrî yekî di jiyana xwe da qet dizî nekiribe, derew nekiribe biçîne. Yê biçîne heger ne yekî were be, ewê wî jahr dadayî bike, ewê êşke mezin lê peyda bibe û bimre. Împaratorê minê hêja, ancax tu vî bizrî biçînî…
Împarator mirûzê xwe tirş û tahl kir, got:

-Ez împarator im, ne baxçevan im. Wî bizrî bide serokwezîr, bira ew biçîne.
Diz dema bizirê hirmiyê dirêjî serokwezîr kir, serokwezîr bi kelecan berê xwe bi împarator va kir, got:
-Ez benî, ez qet ji karê çandiniyê, ji bexçevaniyê fêm nakim, ji heq karê wiha dernayêm. Bi ya min dibê vî bizrî wezîrê me yê xezînê biçîne.
Diz bizir dirêjî wezîrê xezînê kir.
Wezîrê xezînê jî hincetek dît, got ez nikanim, wezîfe da yekî din. Wî jî qebûl nekir, da yekî din.
Yên li huzûra împartor bûne gişan, yeko yeko, hin sebebên pelapûçî dîtin, gotin em ji heq vî karî dernayên, bira yekî din bike. Kesî çandinî qebûl nekir.
Împarator bîstekê fikirî, bala xwe da serokwezîr, wezîrê xezînê û yên li wir gişan, got:
-Werin em giş bi hev ra nîşanî vî bexçevanê diz bidin bizir çawa dibe dareka mêweyên zêrîn digre. Û zêrek ji bêrîka xwe derxist, da mêrik.
Li ser vê, her kesî ji bêrîka xwe zêrek derxist, da mêrikê feqîr.
Piştî ku her kesî zêrek da wî, împarator ji dizê hirmiyê ra got:
-De rabe nuha ji vir here, ev dersa te îro da me, têra me hemûyan dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE