16 augusti 2024

Di pirêza me ya siyasî da zexelî pir e

Ji berê da ye pirêza me ya sîyasî ne paqij e, tê da zexelî pir zêde ye. Xurnûg, stirî, dirrî, gongil, çavbeloq, kertal, yanî gelek pel û pincarên dibê li wir tunebin, bi zirar in, di erdê me da pir e, li çongê ye.

Ji ber wê jî mahsûla me ya siyasî ne xurî ye, ne paqij e, zîwan, xurnûg tê da pir e.
Li Kurdistana Bakur ji berê da ye di nav siyasetmedar û serokên me da tirk, kesên ne kurd, kurdên kurdî nizanin hene. Lê ji kurdan ra serokatî kirine.


Li tu beşekî din ê Kurdistanê ereb, faris, kurdên kurdî nizanîbûne nebûne berdevk û serokên kurdan. Lê li Kurdistana Bakur bûne.

Li Kurdistana Bakur 60-70´ê sal e di nav siyasetmedar û serokên me da yên ne kurd in û di nav yên kurd da jî yên kurdî nizanîbûne pir in.

Siyaset bi tirkî kirine. Yên kurdî zanîbûne jî întîbaqî wan kirine, wan jî siyaset bi tirkî kirine û milet jî îtîrazî vê malkambaxiyê nekiriye.

Milet tu carî negotiye gerek siyasetmedarên me kurd bin, kurdî bizanibin û bi me ra jî kurdî bipeyivin.
Masî ji serî xera dibe, bîn dide.

Ji ber ku taximê me yê siyasî giş ne kurd bûn û kurdên bi kurdî nizanîbûn jî pir bûn, kurd asîmîle kirin. Vê yekê nasyonalîzim di nava kurdan da pir qels kir.

Çimkî zimanê siyasetê tirkî bû, tamara nasyonalîzmê jî nehat xurtkirin, îdeolojiya enternasyonalîzimê enjekteyî mejiyê milet kirin.

Nasyonalîzim wek tiştekî xerab nîşan dan, tim rexne kirin.

Lema piraniya kurdan Tirkiyê wek welatê xwe dibînin, xwe ji tirkan cuda nabînin. 

Wek welatê xwe li bajarên tirkan bi cî dibin, havîngehan li bajarên tirkan dikirin.

Çimkî bi çavê dijmin, bi çavê welatekî dagirker li Tirkiyê nanêrin.

Filistînî dibêjin gerek yahûdî ji welatê me derkevin, gerek em azad bibin, bibin xwedî dewleteke serbixwe. 

Piraniya kurdan wek filistîniyan nafikirin, kurd nabêjin gerek tirk ji welatê me derkevin. Yên dibêjin pir hindik in.

Lema qîmetê nadin zimanê xwe, kultura xwe, urf û adetên xwe. Pir rehet bi tirkan ra dizewicin.

Dijayetiya tirkan, daxwaza Kurdistana serbixwe li gorî kurdên rojhilat, başûr û rojava li ba kurdên bakur pir zeîf e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE