Tacirê miflis, yahûdiyê îflaskirî bi defterên kevn dikve, defter mefterên kevn tevradike. Çimkî rût û zulût bûye, berra pinpinîka dide.
Hin kesên wextekê bêhemdî, bi tesadufî çend salan di siyasetê gerîyan, ji ber
ku ne erbab bûn zû îflas kirin. Bi demê ra hatin jibîrkirin, kes nizane ew
hene, ya jî tune ne.
Wek tacirê miflis ew jî bi defterên kevn ketine, jê hin rûpelan belav dikin.
Hin kesên wiha bûne wek tacirê miflis, tişt miştên kevn belav dikin. Tiştê di dest wan da maye hin ”defterên” kevn in.
Carnan dikevin
nav wan defteran, hin nivîsan, hin rûpelan belav dikin, bi vê riyê navên xwe
updata dikin.
Yanî hin kesên hatine jibîrkirin ji bo ku xwe bînin bîra xelkê û çend kes qala
wan bikin, bêyî ku sebebek hebe, bela xwe di hin kesan didin, hin kesan rexne
dikin, îfadeyên xelkê, hin tişt miştên 30-40 sal berê belav dikin.
Bi vî hawî dixwazin xwe bînin bîra xelkê û belkî çend kes ji nezanî qala wan
bike. Bi vî rengî ewê jî xwe tatmîn bikin. Gava însan kal dibe nostaljî xweş e,
meriv xwe pê tatmîn dike.
Heta ji min tê ez wexta xwe nadim xwendina nivîs û leqleqên wiha. Polemîkên
wiha, xirecirên wiha taqîb nakim. Çimkî bêfêde ye.
Lê carnan hin nas û dost tiştên wiha parve dikin, bi vê riyê ez jî rastî nivîs
û minaqaşeyên wiha têm.
Ez bi xwe tu carî xwe tevî minaqaşeyên, leqleqên wiha yên bêfêde, heta bi zirar
nakim.
Nizanim kê 40-50 sal berê çi kiriye, çi gotiye, filan û bîvan.
Lêkolîn be, bîranîn be, analîzeke siyasî, tarîxî, sosolojîk be dixwînim, cidî
dibînim.
Lê devavêtinên bêsebeb, yên ji bo tatmînbûna hin kesan naxwînim.
Çi dinivîsînin, çi belav dikin bila bikin, ne dixwînim, ne jî xwe di minaqaşeyên
wan yên bi zirar digerînim.
Gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te.
Secera mezinên kesên hin nivîsan, îfadeyên hin kesan belav dikin bi xwe jî ne
pur û pak e, tiştên xelkê belav dikin, lê ji yên mezinên xwe ra tiştekî
nabêjin.
Ez nabêjim berê çi bû, çi qewimî em qet qalê nekin. Helbet
dibê tarîx rast were zanîn, rast were nivîsîn. Kê çi kir neyê jibîrkirin, ji
nifşên nuh ra bibin belge.
Lê dibê di kontekstekê da be, sebebek hebe, lêkolînek be, bîranînek be,
analîzeke tarîxa me ya nêz be. Ne ku li ciyê rehetiyê qala hin kesan were
kirin. Ev dibe nerindî.
Ew kesê îfadeya wî hatiye belavkirin tenê tiştê xerab negotiye, bi hezaran
îfadeyên ji yên wî kesî xerabtir hene. Çima wan belav nakin?
Bi baweriya min dibê meriv nekeve feqa wan, ne tiştên belav dikin minaqaşe
bike, ne jî belav bike. Jixwe tiştê ew
dixwazin, ew li dûne ev e, çend kes bi wan ra têkeve minaqeşê. Bi vî hawî navê
wan ewê were bîra xelkê.
Betal in, êdî ne ji defê ra dibin, ne ji zurnê ra, ji bo kurdan kevirekî nadin
ser kevirekî, dixwazin parvekirinekê, bi devavêtinekê xwe têxin rojevê.Yanî wek
yahûdiyê îflaskirî ew jî defterên kevn tevradikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar