14 augusti 2024

Walîyê Kerkûkê sond xwar û dest bi karê xwe kir


Walîyê Kerkûkê Rêbwar Taha sonda qanûnî xwar û bi merasimeke xweş, qelebalix çû avahîya walîtiyê, dest bi karê xwe kir.

Pîroz be, ji Rêbwar Taha ra serketinê dixwazim.

Hêvî dikim PDK dev ji mixalefetê berde û kurd giş li Kerkûkê wek bira bi hev ra bixebitin.

Ya muhîm ne ereb û tirkmenek, kurdek bû walîyê Kerkûkê. Ji kîjan partiyê dibe ne muhîm e. Ev yek gerek serok û berpirsiyarên PDK´ê kêfxweş bike.

Ji dêlî ku erebek, tirkmenek bi ”qanûnî” bibe walîyê Kerkûkê, bira kurdek ne bi qanûnî, bi hîle bibe sed qatî ji waliyê ereb û tirkmen çêtir e. Lema jî ez hilbijartina Rêbwar Taha rast dibînim û pê kêfxweş dibim.
Ka xwedêgiravî Kerkûk dilê Kurdistanê bû?
Heger meriv dev ji vê şîarê bernedabe, dibê li dijî hilbijartina Rêbwar Taha derneyê.  Ji dêlî dijayetiyê dibê meriv nehêla şaşiyê bike, pê ra bibe alîkar ji bo ku ji miletê xwe ra karê baştir bike. Dibê birînên Kerkûkê biçekî be jî werin kewandin. Ji bo vê jî gerek PDK û YNK dest bidin hev, li hemberî dijmin tim bi hev ra bin.
Hêvî dikim PDK di xeta dijayetiyê da israr neke.

XXX

Pênikanîn ne eyb e, lê jibîrkirin eyb e. Siyasetmedar û serokên me felaketên dagirkeran anîne serên pêşiyên wan, serê bav û kalên wan ji kok da ji bîr kirine. Fena ku tirk û farisan qet xerabî bi wan, bi pêşiyên wan nekiribin bi wan ra dostiyê, hevaltiyê dikin. Ewê poşman bibin, lê poşmanîya dawiyê bêfêde ye.

XXX

Rî dibe bihost, dijmin nabe dost. Dibê meriv rîya xwe nexe destê xelkê.

Hin siyasetmedarên me, serokên partiyên Kurdistana Başûr dijmin kirine dostên xwe û rîyên xwe jî baş dane destê dijminên xwe. Piştî rîya meriv di destê dijmin da be meriv nikane serbest hereket bike.

Baweriya bi dagirkeran ra, hevaltiya bi wan ra tim felaket aniye serê serokên me û miletê kurd. Lê van trajedîyan bi qasî misqalekî jî ew baqil nekirine.

XXX

Pêşîya îşa xweş e, dawî reş e

Destpêkirina şer rehet, lê sekinandin zor e. Pûtîn gava ji nişka ve êrîşî Ukraynayê kir, hin herêm dagir kir, jê ra wek dawetê bû, bawer nedikir şer ewê hewqasî berfireh bibe, bi salan bajo û Ukrayna jî rojekê ewê biwêribe erdê Rûsyayê dagir bike.

Tirkiyê dema bi çete û terorîstên îslamî li Sûriyê şer derxist, bawer nedikir şer ewê hewqasî mezin û bi salan dom bike.

Şer çiqasî dirêj bikşîne xerab e. Dema şer diqede, dinya kês û fês dibe, însan wê demê dibînin çi felaket çêbûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE