13 augusti 2024

Îro em dîsa li çend derên xweş gerîyan


Îro li Stockholmê dîsa hewa pir xweş bû. Ne roja meriv di hundur da bima. 

Em jî di hundur da neman, vê carê me berê xwe da herêma Waldamarsudde û Muzexaneya Prins Eugen Waldemarsudde.

Waldamarsudde li Stockholmê, li Başûrê Djurgardinê ye, herêmeke pir nav û deng e. Dema roj xweş be herêma Waldemarsudde tije swêdî û tursît dibe.
Di çûnê da em li tramvayeke pir kevn, 1936´a siwar hatin.

Tramvayeke entîke bû. Her tiştê wê orjînal, yên 1936´a bû. Min ji camêrê derî vedikir û digrt rica kir, rismekî me bigire.
 

Pir kêfa wî hat, wek fotokêşekê profesyonel pê da ket. Bi rastî jî camêr rismekî me yê xweşik girtiye.

Tê gotin Waldemarsudde muzexaneyeke hunerî, heykel, risim a herî xweşik a Swêd e!

Muze ji avahiya sereke, Kela û avahiyek ji galeriyeke hunerî pêk tê. Li dora wê bexçeyekî pir bedew bi kulîlk û peykeran hatiye xemilandin heye.

Em 12 km, 3 set û nîva li wan derên xweş, di nav kulîlkên rengo rengo da meçiyan.

Me av û qahwa xwe bi xwe ra biribû. Lê dîsa jî em çûn qahwexaneya Ektorpet Cafe´. Min vê carê bîrayek vexwar, xanimê paste xwar.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE