13 augusti 2024

Gava hin êzdî dibêjin em ne kurd in ne neheq in

Ev meleyê ni navê Mele Sabîr li mizgefteke Kurdistana Başûr (Mizgefta Mamosta Heyder, li ser bajarokê Berdereşê ye) wek marekî bi jahrî li dijî êzdiyan jahriyê vedirişe, kîn û nefretê belav dike.

Her gotina wî sûcekî giran e, banga neyartî û serîhildna li hemberî êzdiyan e.
Li weletekî demokratîk ev meleyê faşîst, nazîyê har nuha di bin kilîtê da bû.

Ji ber ku hukûmeta Kurdistana Federe dihêle meleyên neyarên êzdiyan di mizgeftan da li dijî êzdiyan vê kîn û nefretê belav bikin, yên wiha pir dibin, diwêrin li dijî êzdiyan hewqas bêperwa bipeyivin...

Gava hin êzdî dibêjin em ne kurd in, kurdên sûnî gazinan ji wan dikin, xwe dixeyidînin.

Bi baweriya min êzdî bibêjin em ne kurd in, em ji kurdayetiyê derdikevin ne neheq in.

Normal e hin kes nexwazin bibin hemnîjadê merivên hewqasî har û dijmênê dîn û baweriya xwe.

Qasim Şeşo çi gotibe jî meriv hewqasî, bi vê uslûbê, bi vê kîn û nefretê êrîşî miletekî nake. Însan kane şaşiyê bike, gotinên şaş bibêje.
Misilmanên hezar qatî ji gotinên Qasim Şeşo girtantir ji Hz. Mihemed ra dibêji hene.

Misilman her roj ji dîn û baweriyên xelkê ra gotinên nemayî dikin, bêyî dînê xwe, hemû dînên din berradî dibînin. Bêyî misilmanan her kesî kafir dibînin. Lê ji ber ku hin misilman wiha dibêjin êrîşî wan nakin.
Yanî tu kes ne mecbûr e wek mele Sabîr ji Pêxemberî wî hez bike, qet rexne neke. Misilmanên cahil, zirzop dibê fêrî viya bibin.

Heger li Kurdistana Başûr piraniya kurdan wek vî zebaniyê har nafikire dibê bi hezaran kes daketana kolanên Dihokê, Zaxoyê, Hewlêrê, Silêmaniyê û ev mele protesto bikirana.

Dibê hukûmeta Kurdistanê piştî vê weeza wî ev mele tavilê bigirta bin kilîtê. Nerivekî wiha dibê li mizgeftan nebe mele, dibê hukûmet destûrê nede kesên wiha li mizgeftan îmamtiyê bike.

Cezanebûna kesên wiha cesaretê dide wan û yên wek wan…
Diyar e hukûmeta Kurdistanê van gotinên Mele Sabîr sûc nabîne, lema nagire, ceza nake.

Çimkî Mele Sabîr û bi sedan meleyên wek wî li Kurdistana Başûr, di mizgeftan da neyartiyê li hemberî êzdiyan serbest dikin, yek jî nayê girtin.
Maneya xwe hukûmeta Kurdistanê çavên xwe ji van heqaretên li êzdiyan dikin digire, normal dibîne.

Gava yek sûcekî bike û neyê girtin, neyê cezakirin maneya xwe piştê ji hukûmetê digire. Hukûmet dihêle kesên wiha di mizgeftan da li hemberî êzdiyan hewqas kîn û nefretê belav bikin.

Vîdeoya axaftina Mele Sabîr

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE