13 augusti 2024

Xewna şevê bû


Ez ji guhdarîkirina vê sitrana Hozan Aydin ”Xewna şevê bû” têr nabim. Gotin û muzîk ya wî bi xwe ye.

Piştî wefata bavê xwe şevekê ew di xewna xwe da dîtiye û ev sitran li ser çêkiriye.
Ez bi xwe vê sitranê wek sitraneke, nalîneke, girîyekî, lawijeka li ser bavan tenê nabînim, wek metaforeke li ser hezkiriyên terka meriv kirine dibînim û bi wan hestan lê gudarî dikim.

Di jiyanê da meriv gelek xewnên xweş dibîne, dema şiyar dibe û dibîne xewn e, pir li ber dikeve, dixwaze ew ne xewn bûya…
Li ser xewna xweş taswîreke muhteşem e. 

Mimkûn e her kes jê hez neke, lê min jê hez kir. Lema him lînka sitranê, him jî gotinên wê parve dikim.. 

Di jiyanê da meriv gelek xewnên xweş dibîne, dema şiyar dibe û dibîne xewn e, pir li ber dikeve, dixwaze ew ne xewn bûya…
Li ser xewna xweş taswîreke muhteşem e. Mimkûn e her kes jê hez neke, lê min jê hez kir. Lema him lînka sitranê, him jî gotinên wê parve dikim..

Di tarîya şeva reş da, min dî xuya bû
Min carek nêrî dûr kenîya, dîsa wenda bû
Bi pê ketim, min nizanî xewna şevê bû,
Xewna şevê bû.
Bavê min çû ax negihîştimê, xewna şevê bû, xewna şevê bû
Bavê min çû, ax negihîştimê, xewna şevê bû, xewna şevê bû.

Sekinîbû bi forsa berê, dest li kêlekê,
tizbî dikêşa, şewqe li serî xwar bû li hêlekê
Rû neda min, min nezanî xewna şevê bû, xewna şevê bû,

Bavê min çû ax, negihîştimê, xewna şevê bû.
Rû neda min, min nezanî xewna şevê bû, xewna şevê bû,
Bavê min çû ax, negihîştimê, xewna şevê bû.

-Xewna şevê bû

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE