12 augusti 2024

PDK´ê gotiye hilbijartina walîyê Kerkûkê ne qanûnî ye


PDK´ê li ser hilbijartina waliyê Kerkûkê daxuyanî daye, gotiye civîna do li Bexdayê çêbûye û hilbijartina Rêbiwar Taha ne qanûnî ye. 
Xwezî PDK´ê ev beyan neda, piştgirî bida hilbjartina Rêbiwar Taha...

Ev beyana PDK´ê ne ji xêrê ra ye, kane bibe sebebê gelşên mezin. Kane bibe sebebê hilbijartin çênebe. Hêvî dikim li hev bikin, PDK di vê xeta xwe da israr neke, hilbijartina Rêbiwar Taha nebe sebebê bûyerên ne xweş.
Ka kerkûk dilê Kurdistanê bû?
Ji dêlî erebek, tirkmenek bibe walî ya jî şirîkê îdareya Kerkûkê. Çima ev yek bi PDK´ê ne xweş e, nikane qebûl bike?

Min texmîn dikir PDK ewê hilbijartina Rêbiwar Taha qebûl neke.

Çimkî bi qasî diyar e PDK dixwaze walîyê Kerkûkê yekêî ereb be, tirkmen be, lê ne yekî ji YNKê be. 

Ev ne siyaseteke netewî ye, dibê PDK walîyekî ji YNK´ê di ser yekî ereb û tirkmen ra bigire.

Em bibêjin YNK´ê di hilbijartinê da neheqî kiriye, ban PDK´ê nekiriye.
Bi baweriya mmin dibê PDK dîsa jî li dij hilbijartina Rêbiwar Taha derneyê, destekê bidê. Bira ereb û tirkmen li dij derkevin, bira ew beyanên li dij bidin. Çima PDK li dij derdikve?

Dibê PDK bibêje tiştê YNK´ê kiriye şaş e, neheqî ye, lê dîsa jî em piştgiriyê didin Rêbiwar Taha. 

Heger PDK beyanek wiha bida, her kesî ewê jê ra bigota bijî, jê ra li çepikan xista. Ewê ji PDKûê ra bibûya mezinahî û ciyê teqdîrê.


Çimkî YNK´ê erebek, tirkmenek nekiriye walî, kurdek kiriye.
Çima PDK viya qabûl nake?

Çima naxwaze yekî ji YNK´ê bibe walîyê Kerkûkê?

Çima qebûl dike erebek, tirkmenek bi dor bibe walî, çima qebûl nake kurdek bibe walîyê daimî?

Serokê Kurdistanê ji PDK,ê ye, serokwezîr ji PDK´ê ye, bira walîyê Kerkûkê jî ji YNKî be; ma kevirê bibare?  

Berdevkê PDKê: Hilbijartina Parêzgar û Serokê Encûmena Kerkûkê ne yasayî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE