12 augusti 2024

Dostê sexte dişibe sabûnê

Her kesê bi dev ji meriv ra xweş dike, meriv zeyt dike, halanên derwîn di meriv hildide ne dostê ji dil e.

-Dostê sexte dişibe sabûnê, dest û ruyê te dişo lê belê nigê te jî xweş dişemitîne.

”Dostên” kurdan yên wek sabûnê pir in, em gelek caran şemitandine.
Lê dîsa jî em ji wan ”dostên” wek sabûnê, bi dev dost, bi dil dijmin in qut nabin.

XXX

-Kesên li bendene hinekên werin din wan xelas bikin tenê kole ne.

Voltaire

Berî her kesî dibê meriv ji bo xelasî û azadîya xwe bixebite.

Xwedê gotiye ji te cehd, xebat, ji min mirad.

XXX

-Heger her tişt weka ku xuya dike bûya, ava bahrê ya tu digrî destê xwe ewê hişin bûya.

George Orwell

Ji bîr neke, her ruyê bi te ra dikene ne ji dil e, carnan ji bo xapandinê ye.

XXX

Yekîtî, tifaq şerê pêşketin û serketinê yê ewil e, yekîtî bêyî mirinê zora her tiştî dibe. Em kurd bi viya zanin lê dîsa jî di bêtifaqiyê da israr dikin.
-Hatina ba hev destpêk e, bihevramayin pêşketin e, xebata bi hev ra serketin e.

Henry Ford

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE