12 augusti 2024

Di nava meleyên Îranê da dubendî heye

Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji karê xwe îstifa kiriye.

Ev îstîfa Cawad Zerîf surprîzeke muhîm e. Li alî din dubendiya di nabêna serokkomarê Îranê yê nuh Mesûd Pizîşkiyan û Mihemed Cewad Zerîf da nîşan dide. Lê ewê çiqasî mezin be ew ne diyar e.

Mihemed Cewad Zerîf him kesekî muhîm e, miheqeq him jî ne bi tenê ye. Di rojên pêş da li hemberî Mesûd Pizîşkiyan kane hin gelş peyda bibin.

Mihemed Cewad Zerîf gotiye:

“Bê guman ez ji encama karê xwe ne xweş im.

Ez şerm jî dikim ji ber ku min nekanîbû fikrên lijneyên pispor, hebûna jinan û ciwanan û komên etnîk bi awayê ku min soz dabû di Kabîneyê da cihê xwe bigirin.”
Gotinên Cewad Zerîf muhîm in, îşareta mixalefetê dike. Lê li Îranê mixalefeta li hemberî serokkomar ne adet e, hebe jî zeîf e.
Tiştê herî balkêş di nav 19 wezîrên kabîneya Mesûd Pizîşkiyan da kurd, sunîyek, Belûçîyek, Azerîyek û Erebek jî tune ye, giş Şîe ne.
Ji ber ku rewşa Îranê kirîtîk e, mele pir bi tirs in, lema yekî ne faris û ne şîe nexistine kabîneya hukûmetê.

XXX

Do ji nişka ve civîna hilbijartina walîyê Kerkûkê çê bû, endamê YNKê Rêbiwar Taha wek walîyê Kerkûkê hat hilbijartin.
8 meh bûn teşexeleya li ser walîyê Kerkûkê dom dikir.

Ez ditirsiyam hinekên vê hilbijartinê qebûl nekin. Lê wa ye hatanî nuha kesî dengê xwe nekiriye.

Bi vê serketina YNK´ê pir kêfxweş bûm. Pir baş bû erebek, tirkmenek nebû walîyê Kerkûkê.

Hilbijartina Rêbiwar Taha ji bo Bafil Talabanî serketineke mezin e, ji bo PDK´ê jî bêguman têkçûneke.
YNK û PDK bi hev ra bûna bêguman baştir bû. Lê li hev nekirin. Pir baş bû Erebek, tirkmenek, bi dor be jî nebû walîyê Kerkûkê.

Hêvî dikim Rêbiwar Taha merivekî baş, jîr û nasyonalîst be, birînên di bedena Kerkûkê da vebûne bikewîne, rewşa miletê xwe baştir bike.

XXX

Li Tersûsê ji ber minaqaşeyeke tirafîqê 3 kes hatine kuştin, 5 kes jî birîndar in.

Felaketeke mezin e.

Tirkiye bûye erdekî mayinkirî, însan bûne mayin, ji ber gelşeke herî biçûk diteqin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE