11 augusti 2024

Em îro mîvanê Arasê xwe yê biçûk bûn


Ez û xanim îro çûn serdana neviyê me, Arasê şîrînê kalik û pîrika xwe û şêrê mala Xamo.

Şîrînê me û bavê xwe bû 7 mehî, me çû 7 mehiya wî pîroz kir. 

Mezin bûye, em nas kirin, êdî bi kêfxweşî tê himêza me û di himêza me da qet negiriya. Dikir bixebix, dixwest bipeyive, carnan jî dixwest rabe serxwe.

Lê hîn biçûk e, meriv bi dîqet pê şa dibe. Bi cêr 3-4 mahên din ewê xişir bibe, emê rehettir pê ra bilîzin.

Vê carê Rojenê me em birin dereke, daristaneke, parqeke pir mezin û pir xweş. Navê parkê, herêmê RUNDA´ye, li belediya Hanîngeyê ye. Parqeke pir mezin e, ji her dera Stockholmê însan tên wir gerr û seyranê û siporê dikin.

Pir qelebalix bû, aktîfîteyên babet babat lê hebûn. Hinekan baz dida, hinekan kûçikên xwe digerandin, hinekan ajnê dikirin, hinekan xwe dabûn ber tavê. Hinekan li muzîkê guhdarî dikirin. Gelekan jî siporên cûr be cûr dikirin.

Roj jî xweş bû, milet kêf dikir. Jixwe gava roj xweş be swêdî kes di mala xwe da namîne, diherin ber avan, daristanan, parkan. Miletekî ecêb ji xwezayê, ji gerr û seyraênê hez dike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE