Di nivîsa xwe ya do da min gazin ji medyaya dijîtal kiribû, gotibû:
”Berê, sibehan dema ez diçûm kar hema hema di destê her kesî da ya rojnameyek,
ya jî kitêbek, kovarek hebû.
Nuha di metroyê, di otobozan da meriv kesên rojnameyekê,
kitêbekê dixwîne qet nabîne.”
Îro dema ez diçûm Kitêbxaneya Kurdî semînera kekê Cimşîd
Heyderî, di metroyê da yekî kitêbek ji çentê xwe derxist û dest bi
xwendinê kir.
Min jê ra got:
-Do min nivîsek nivîsî, min got êdî ez qet nabînim kes di metroyê da kitêbekê,
rojnameyekê bixwîne. Çavê her kesî di telefonê da ye. Îro rastî te hatim, wa ye
tu kitêbekê dixwînî. Di vê vagonê da bêyî kes kitêban naxwîne, çavên her kesî
di telefonê da ye.”
Camêr keniya, got:
-Tu rast dibêjî, di rêwîtiyê da êdî kes kitêb û rojnameyan anexwîne. Min nuh
dest pê kiriye. Berê min jî nedixwend, lê ev demeke min biryar daye ji dêlî bi
telefonê mijûl bim, kitêbekê dixwînim.
Min got tu pir baş dikî, ez jî hewil didim wer bikim. Ji xwe di çendê min da
tiştekî xwendinê hebû.
Min broşoreke Şahidên Jehova dixwend. Çend alîgirên
Şehîdên Jehova heftê çend rojan li ber deriyê metroyê disekinin, broşorên xwe
belav dikin.
Însanên pir fedekar in, sal 12 meh hin rojan, di sar û sermayê da
bi seetan li ber derîyê metroyê disekinin. Her cara ez rastî wan têm, broşorekê
ji destê wan digrim.
Pir kêfxweş dibin, dixwazin samîmîyetê pêş da bibin, ez
kin dibirim. Y ana, ji meriv naqetin.
Welhasil îro di metroyê da rastî yekî(fînî bû)kitêb dixwend hatim. Lê di
metroyê da wî yenê kitêb dixxwend, yanî ne bi sedan, şexsek tenê bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar