10 augusti 2024

Cimşîd Heyderî li Stockholmê 3 kitêbên xwe dan nasîn


Kekê Cimşîd Heyderî, îro li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî sê(3)kitêbên xwe dan nasîn

Navên kitêbên da nasîn:
-Li ser Profesor Qanatê Kurdo
-Maksîm Gorkî, mir ya hat kuştin?
-Durûtiya di siyasetê da
Moderatorê civînê Newzad Hirorî bû.
Cimşîd Heyderî bi kinî qala naverokên hersê kitêbên xwe kir, dûra jî bersîva guhdaran da.

Hers ê kitêb jî meqaleyên di demên cuda hatine nivîsîn, heyderî ew top kirine û li gorî mijaran wek sê kitêb çap kirine.
Ji axaftina kekê Cimşîd û bersîvên wî diyar bû hersê kitêb jî ji bo tarîxa me ya nêz û kitêbxaneya kurdî dokument û belgeyên muhîm in. Di rojên pêş da lêkolîner kanin fêdeyê jê bigirin.
Hersê kitêb jî bi soranî, bi herfên aramî ne.
Li dora 40-50 kesî di civînê da hebû.

XXX

Ji yekî zana pirsîn, gotin:
-Hezkirin yan nefret?
Gotiye:
-Nefret, çimkî sexteya wê nabe.
Rast e, hezkirin kane ne ji dil be, ne samîmî be. Meriv kane pê were xapandin.
Lê nefret ne were ye, nefreta sexte tune ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE