10 augusti 2024

Gerek neyartiya bi êzîdiyan ra bi xurtî were mahkûmkirin

Di van rojên dawî da li ser navê Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo derewek, gotineke ne rast tê belavkirin. Tê gotin xwedêgiravî Qasim Şeşo di axaftineke xwe da heqaret li Pêxemberê Îslamê kiriye.

Ji ber vê derewê, dîsa li dijî êzdîyan kampaniyeke kîn û nefretê dest pêkiriye.
Hin mele û kurdên xwenezan, cahil, bêedeb heqaretên mezin li êzdiyan dikin.
Ev karekî pir şaş e, pir şerm e, irqçîtî ye, dibê ji alî kurdan bi xurtî were mahkûmkirin. 

Dibê siyasetmedarên kurd, Hukûmeta Kurdistanê vê kampaniya li dijî êzdiyan mahkûm bikin û rê nedin li mizgeftan neyartiya êzdiyan were kirin.
Em bibêjin Qasim Şeşo tiştekî ne xweş gotibe jî, tiştê li ser navê wî tê gotin rast e, ev yek nabe xeletiya temamiya êzdiyan û dînê êzdatiyê
Ma gava misilmanek sûcekî dike ev yek dibe sûcê îslamê û misilmanan gişan?
Ma heqê êzdîyekî, yekî ne misilman tuneye Îslamê, Quranê rexne bike?
Misilman her roj dînê xelkê, baweriyên xelkê dixin binê erdê.
Daîşê, El Qaîdeyê û terorîstên îslamî bi hezaran sûc kirin, xelk kuştin, tecawizî jinan kirin, serî jê kirin. Misilman van sûcan wek ya îslamê û tevayiya misilmanan qebûl nakin, dibêjin şaşî jî, sûc jî ferdî ye, kê sûc kiribe ew sûcdar e, ne misilman giş.
De îcar şaşiya, gotineken e li rê ya êzdîyekî çima ewê bibibe ya êzdiyan gişan û ya êzdîyatiyê.
Tiştê hatiye serê êzdiyan kevir û daran dihelîne, birînên êzdiyan hîn nekewîyan e, kurdên misilman dibê birînên êzdiyan kûrtir nekin.
Yên neyartiya êzdiyan dikin karekî pir xerab dikin, miletê kurd perçe dikin.
Tu kes ne mecbûr e di heqê Îslamê û Pêxemberê Îslamê da wek îslamîstan bifirkire.
Misilman, alimên îslamî her roj di heqê dîn û baweriyên din da gotinên nemayî dikin, dînên din gişan batil û bi milyaran însanên ne misilman jî kafir dibînin, henekên xwe wan dikin. Dêsî jî ji ber vê yekê kes êrîşî misilmanan nake.

Ronakbîr, siyasetmedar, alim, meleyên welatparêz, partiyên siyasî û Hukûmeta Kurdistanê dibê bi xurtî li dijî vê kampaniya li dijî êzdiyan tê meşandin rabin û kesên vî karî dikin şermezar û ceza bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE