Mar yek ji heywanên pir taybet û nepenî ne. Li ser maran
gelek çîrok hene. Li gorî Tewratê mar heywanê herî hîlebaz e.
Mar bi saya
hîlebaziya xwe Hewa di Bexçeyê Eden ê Cinetê da xapand, mêwa qedexe, sêv pê da
xwarin.
Hewa yê jî dûra bi Adem jî da xwarin û çavê herduyan vebûn, lema Xwedê
Teala ew ji Cenetê derxisin.
Li gorî misilmanan jî mar bekçiyê li ber deriyê Cinetê bû, Şeytên ew xapand, bi
saya wî ket hundur Cinetê. Axir çîrokên bi vîhaî pir in, ez wan didim aliyekî.
Însan ji maran him ditirsin, him jî heyranê wan in. Lema ser wan gelek gotin û
mesele hene.
Hin milet jî wan wek delîkates dixun. Mesela li Çînê, li Wîetnamê, li
Kamboçyayê, li Filîpînê û li Endozyayê goştê mar tê xwarin.
Li dinyayê însanên maran di malên xwe da xwedî dikin jî pir in.
Em kurd ji maran hez nakin, lema jî biwêjên me, gotinên
pêşiyên me yên li ser maran negatîf in, mar wek heywanekî bêbext, neyar e.
Di her zimanî da li ser maran gelek biwêj û gotinên pêşiyan
hene. Piştî min li podcasta Emer Faruk Baran, ”Li Ax û topraxa maran” gudarî
kir, min biryar da biwêjên, gotonên li ser maran di kurmancî da hene biweşînim.
Fermo, çend numûne.
-Mar gotiye: Însên li min nexista, minê têr lê binêriya li ser du nigan çito
dimeşin?
-Mar gotiye: Te ez kuştim bi dijminatî, min veşêre bi dostî.
-Mar e, ne cî ye ne war e.
-Ma ji pûngê hez nake, pûng li ber qulika wî hişin tê.
-Mar qula xwe nas dike.
-Marê sor avzûm nabe.
-Marê bi min venede bira hezar salî umir bike.
-Mar çiqasî xwar here jî rast dihere qula xwe.
-Mar pê vedaye, ji siya werîs ditirse.
-Mar ji ber ku nerm e destê xwe tê nede, pê şa nebe.
-Mar tenê postê xwe diguhere, xuyê xwe naguhere.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar