29 augusti 2024

Îsal meha tebaxê em îhya kirin

Dîmek ji xwezaya Hekariyê

Wele ev du roj in Stockholma me dikele, bûye wek havîna Kurdistanê. 26-27 derece germîyanê em îhya kirin. Tebaxa îsal dixwaze bi germîyaneka orta havînê xatir ji me bixwaze.

Havîne xweş havîn e, bi germa xwe Stockholmê dikelîne.
Îro hin karên me hebû, em zêde nemeşiyan, zû vegeriyan mal. Em 70 deqeyî meşiyan.
Do em 12 km meşiyan, em çûn li dora Gola Aspenê doş bûn.

Daristaneka kor bû, em xalifîn, hindik mabû em nikanibin ji nav derên, riya mala xwe nebînin.

Li Vretarna, li kêlek golê çend vîla hebûn, du kes di hewşên xwe da dixebitîn. Min ji wan ra got, em xalifîne, em dikin herin Alby, emê çawa herin?

Mala camêran ava be, ji me ra rê tarîf kirin. Me bi zor xwe gîhan parka Hagelby (Hagelbyparken).

Me li wir westa xwe girt. Me qahwa xwe vexwar, pêxwarina xwe xwar û dûra jî em çûn malika xwe.

Çend gotinên li ser havînê:

-Havîn hat bi tişt û mişt, payiz hat li ser rûnişt, zivistanê got: te gûyê xwe ji min ra hîşt.
Havînê her tişt heye, payizê meriv zexîra xwe datîna, haziriya zivistanê dike. Ji zivistana reben ra tiştek namîne.

-Havîn qediya, kerasê feqîran qetiya.
Havînê kar heye, însan dixebitin. Payizê mêwe, zebze pir e. Zivistanê tişt namîne, debara feqîran çetin dibe.

-Havîn e, bi kul û derd e, zivistanê xwe bi ser de.
Zivistan ji demsalên din zortir û notir e.Sar û serma ye, gelek însan bêkar dimînin, debar zor dibe.

XXX

Swêd welatekî ecêb e. Hetanî êvarî dinya xweş bû, me kêf kir, min pesnê germîyana tebaxê da. Lê êvarî ji nişkave bû baran, gurrîna tavan û şîrqîna burûskan.

Îro danê êvarî, seet li dora 19.00 li Stockholmê baranek pir barî, ezman qelişî, ne îşê baranê bû. Bû gurrîn û himîna tavan û ewran û şîrqîna birûskan. Di hundur da meriv hêbetula dibû.

Li Lidingoyê birûskê li dareka li seha futbolê xistiye, 8 zarok birîndar bûne, rakirine nexweşxanê. Qey zarok ji ber baranê reviyane binê darê, birûskê li wan xistiye. Berpirsiyarên tendurustiyê dibêjên birîna sisêyan giran e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE