28 augusti 2024

Çar kursîyên meclîsê belaş nedan HUDAPAR´ê

Serokê Hudaparê Zekerîya Yazicioglu bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ra çû Melazgirî, 953 saliya zafera Melezgîrê pîroz kir.
Bi Devlet Bahçelî ra risim girt. Ji ber vê yekê hin kes Zekerîya Yazicioglu rexne dikin.

Erdogan û Bahçelî çar kursiyên meclîsê belaş nedan Zekerîya Yazîcioglu û hevalên wî. Ji bona rojên wiha Zekerîya Yazicioglu û sê hevalên wî kirin mebûs. 

Lema jî Zekerîya Yazicioglu nikane bêemrîya Erdogan û Bahçelî bike; ew çi wezîfê bidin wî, ew mecbûr e wezîfa xwe bi cî bîne.

Yê kursiyê belaş bigre, mecbûr e emir jî bigre, tiştekî belaş tune ye. Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê yê berê Suleyman Soylu piştgiriya Hudaparê parastibû û gotibû hûnê dûra feydeya piştgiriya Hudaparê bibînin. 

Nuha em em tiştê Soylu got dibînin.
Hudapar hêzeke di bin emrê dewletê da ye, mecbûr e destê Devlet Bahçelî bilind bike.

XXX

-Heger du nifşan bikin kole, nifşê li dû wan were ji ber ku azadî qet nas nekiriye, nedîtiye û nejîya ye, bêyî ku poşmaniyê hîs bike ewê xizmetkariya xwe bidomîne û tiştên yên berê kirine bi kêfxweşî bi cî bîne.

Étienne de la Boétie

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE