28 augusti 2024

Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro

Ji şexsan ra jî, ji miletan ra jî carnan li hev tê, kabê wan mîr tê.

Hinek ji heq dertên, wî şansê xwe ji dest bernadin, hinek jî pihînekê lê didin, ji ber deriyê xwe diqewirînin.

Ji me kurdan ra di tarîxa me da cara pêşî ye hewqasî li hev hatiye, lê wek pêşîyên xwe em jî dikin vî şanşê tarîxî ji dest bidin.

Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.

XXX

-Heger tu ji şaşiyê ra li çepikan dixî fikrê te tune ye.

Heger tu rast û xwar ji hev nagerînî aqilê te tune ye.

Heger tu derewê diparêzî exlaqê te tune ye.

Heger te aqil û exlaqê xwe dabe kirê jixwe tu najî.

Etienne de La Boétie

XXX

”Ga di bin nîr da dinalin. Çûk ji qefesê bi gazin in.”

Dibê miletek jî bindestiyê qebûl neke, bixwaze zincîrên bindestiyê biqetîne û azad bijî.

Tu tişt bi qasî jiyana di bindestiyê da pîs, rezîl tune ye.

Ha koletî, ha bindestî, ferq tune ye. Gerek meriv bi wî çavî lê binêre.

XXX

Li Kurdistana Başûr PDK û YNK li hembrî dijminên xwe destên xwe nadin hev, Amerîka jî nikane wan li hev bîne.

Meriv kîjanî rexne bike bêfêde ye, zirar tê heye. Tu kîjanî neheq bikî xerab e.

Ji bo tiştên wiha kurdan gotiye:

”Serê ço jî bi gû ye, binê ço jî bi gû ye. Ya baş meriv dengê xwe neke, belkî ”Xwedê” çêke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE