Rojekê mirîşkekê çû ji hêlîna qertelekî hêkek dizî. Hêk bi kêfxweşî bir pîna xwe.
Mirîşkên din gava hêka mezin dîtin matmayî man, gotin qey hêka mirîşkeke mezin e.
Wext derbas bû, mirîşkan mesele ji bîr kirin. Mirîşkê hêkê xist bin xwe, bi hêkên xwe ra li ser qurp ket.
Piştî demekê çêlikeke nikilecêb, ji çêlikên wê mezintir ji nav hêkê derket. Qet nedişibiya çêlikên mirîşkan.
Mirîşk giş matmayî man, cara çêlikek wiha ecêb nedîtibûn.Lê li alî din jî pir kêfxweş bûn, çimkî cara pêşî bû dibûn xwediyê çêlikek wiha mezin.
Mêrîşka dê, dest pê kir dersa da çêlika xwe ya mezin:
-Nuha baş li diya xwe gudarî bike, tu yê kêzikan, bihukan, zûriyan wiha bixwe ! Ceh, genim, garisê te li erdê dît, tu yê wiha bixwe!
Mirîşkê her roja dersek dida çêlika hêka qertel. Li hemberî
talûkeyan ewê xwe çawa biparêze, ewê çi bike, çi neke, yek bi yek jê ra digot.
Çêlika hêka qertel jî bi baldarî li diya xwe gudarî dikir,
şîretên wê yek bi yek cî dianî.
Roj bi roj mezin dibû, bask dirêj dibûn.
Mirîşkên din gişan bi heyranî li baskên wî yên mezin û dirêj
temaşe dikirin, dilê wan dibijiya wan baskên mezin.
Rojekê mirîşkê dîsa şîret lê dikir. Digot, gerek tu xwe ji talûkên ji hewa da tên
jî biparêzî. Li hewa teyrên mezin, qertel, baz, delûce hene, ew jî ji bo me pir talûke ne, dibê tu
xwe ji wan jî biparêzî.
Tam di wê esnayê da çavê çêlika hêka qertel li hewa bi qertelekî bi îhtîşam difiriya ket.
Bi meraq bala xwe dayê û ji diya xwe pirsî:
-Dayê ev çi teba ye hewqasî xweş difire?
Mirîşkê got:
-Ew qertel e, şahê hemû teyra ye. Hevza xwe jê bike.
Çêlikê hesreteke kûr kişand, got:
-Çi xweş difire !
-Rast e, pir xweş û pir bilind difire. Lê dilê xwe nebijîne wî. Tu nikanî wek
wî bifire, çimkî tu ne qertel e, tu mirîşk e. Berî te, bavê te, kalikê te gişan xwestin wek wî
bin, lê nikanîbûn wek wî bifiriyana. Tu mirîşkeke, lema jî dibê tu wek
mirîşkekê bijî. dilê xwe nebijîne qertelan.
Çêlika qertel piştî wê rojê, heta dawiya jiyana xwe tim bi heyranî û bi hereteke
mezin li firîna qertelan temaşe kir û tim jî got:
-Ax, ax, wezî ez jî qertelek bûma û wiha bifiriyama.
Û dawiya dawî, rojekê dema dîsa bi hesret li
firîna qertel temaşe dikir mir û çû. Ew ne wek qertelekî, wek mirîşkekê
veşartin. Lê yê miribû ne mirîşk bû, qertel bû.
Çar nifş kole bimîne, nifşê pênca, şeşa bêyî ku bi dû azadiya xwe keve
dimre.
Miletê demeke dirêj bindest bimîne, fêrî jiyana bindestiyê dibe, ji bo serxwebûna xwe zû bi zû serî hilnade...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar