30 augusti 2024

Dîyaloga Sokrates û şagirtê wî


Di civatekê da jimara cahilan ji ya aqilmendan tim pirtir e.

Rojekê fîlozofê mezin Sokrates dîsa bi şagirtên(xwendekarên, telebeyên) xwe ra sohbet dikir. Şagirtekî wî jê pirsî:
-Heger demokrasî qebûlkirina biryara piraniyê ye, wê demê ya rast û adil jî ne ev e gelo?
Mesela, heger li derekê sed kesî ray dabe, gelo qebûlkirina biryara 51 kesî adil e, ya jî ya 49 kesî?

Çimkî îhtîmala gelek însan şaşiyê bikin ji ya ya yên kêm hindiktir e.
Wê demê dijberiya we ya demokrasiyê gelo rast e?
Sokrates wek her tim bi metoda pirs û bersîvê ji şagirtê xwe pirsî:
-Gelo tu kanî ji me ra bibêjî aqilmendî hîn zor  e ya jî cahil bûn?
Şagirt:
-Helbet aqilmendî zortir e. Ji bo aqilmendiyê dibê meriv pir bixwîne, lêbikole, pir bixebite, xwe pir biwestîne. Lê ji bo ku meriv cahil be hewceyî tiştekî nake.

Sokrates:
-Baş e tu kanî dîsa ji me ra bibêje, di civatan da jimara kesên cahil pir in ya jî ya kesên zana, aqilmend?
Şagirt:
-Bêguman jimara kesên cahil pirtir e.
Sokrates:
-Baş e, tu kanî dîsa ji me ra bibêjî, heger di keştiyekê da sed kes hebin, gelo kaptan ewê baştir bizanibe keştiyê kînga, li ku bisekine, bi kîjan alî da here, ya jî sed rêwî ewê bizanibe?
Şagirt:
-Heger di nav rêwîyan da yekî zanîna wî ya deryevaniyê tunebe, helbet kaptan baştir zane.Çimkî karê wî ye.
Sokrates:
-Baş e, wê gavê em kanin bibêjin her kes nikane li ser her meselê biryarê bide. Dibê her kes li ser tiştê zane bipeyive. Dibê meriv her karî teslîmî ehlê wî bike.
Şagirt:
-Bêguman, ya rast ev e.

Sokrates:
-Baş e, bi ya te, bêyî ku meriv bizannibe kî di heqê kîjan mijarê da zana ye, ya jî nezan e, sirf ji bo ku di piranîyê da ne, gelo rast e meriv biryara wan rast û adil bibîne?
Him te jî qebûl kir ku di civatê da jimara cahilan tim ji ya aqilmendan zêdetir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE