30 augusti 2024

Komeleya me jî 46 sal berê gelek zarok bi hev ra dan sunetkirin


Weqfa Amedê 30 zarok bi hev ra dane sunetkirin. Dema min xeber di Rûdawê da xwend, ez çûm bîranînek min a salên 1970´î.

Çimkî 46 sal berê me(komela DDKDê) li Wêranşarê suneteke wiha kir. Cara pêşî bû komeleyeke xortan, ciwanan tiştekî wiha dikir, zarokên feqîran sunet dikir.
Berî sunetê me zarok li kamyonekê kirin, çend texsî jî bi dorê ketin, bi def û zurne em di nava bajêr da gerîyan. Li ber komelê jî me şahîyek li dar xist.
Bajar rabûye ser piya, her kesî pesnê me da. Karê me olanek mezin da. Karê me kiribû tiştekî pir taybet bû.

Sal nuha baş nayê bîra min, lê ewê 1978 be. Me bi şahîyeke mezin 20-30 (belkî zêdetir bû) zarokên feqîran li komelê sunet kirin. 

Dûra me zarok yek bi yek ew birin malên wan. Di nav wan da xortekî mezin jî hebû.

Min xebera sunetê û rismekî zarokan şand ji kovara Devrimci Demokrat Gençlikê ra. Heger şaş nayê bîra min xeber di kovarê da derket. Xwezî min bikanîbûya li kovarê binêriya.

Ew zarok nuha hîn sax in. Hêvî dikim ji wan zarokan hinek vê nivîsa min bixwînin û qala wê rojê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE