31 augusti 2024

Dua ji bo dê

Lêwik tim ji bo diya xwe ya rehmetî dua dikir, digot:

-Ya Rebî, tu xefûr û rehîm î, tu li dayika min were rahmê, tu gunehên wê efû bike!
Rojekê jê ra gotine:
-Çima tu tim ji diya xwe tenê ra dua dikî? Ji bavê xwe ra jî dua bike.
Lêwik gotiye:

-Bavê siyasetmedar bû, bi salan di nav siyasetê da bû. Ji bo xwe xelas bike kane hîleyekê bike, pê xwe xelas ke.
Lê diya min yeka pir belengaz bû, feqîrê nikane tu hîle mîleyan bike…

Herdu jî rast dibêjin

Du siyasetmedar pir li dijî hev nûn,  ji hevdu qet hez nedikirn, tim davêtin ji hev da. Ji bo ku wan li hev bînin çend kesên maqûl, rîsipî ketine nabênê.
Ji siyasetmedaran yekî dest pê kiriye avêtiye ji yê din da, yê din xistiye binê erdê, gotiye:
”Ew merivekî pir bêexlaq e, rezîlekî mezin e” û gelek heqaretên din li dû hev rêz kirine.
Yê din jî eynî tişt kiriye. Wî jî gelek tiştên ne xweş ji bo siyasetmedarê din gotiye.
Li ser vê, ji cimatê yekî ji yê rîsipî ra gotiye:
-Te li her du aliyan jî guhdarî kir. Ma tiştekî tu ji wan ra bibêjî tune ye?
Kalê rîsipî mizicîye, gotiye:
-Wele herdu jî rast dibêjin, ma ez çi bibêjim !

Tu tê derxîne

Apê Silo nexweş bû, çû ser tuxtor. Berî miayenê tuxtor jê pirsî:
-Ku dera te diêşe, gazina te ji ku dera te heye?
apê Silo got:
-Lo hema bi Xwedê min ji te ra negot. Tu tuxtor î, dibê tu tê derxîne ku dera min diêşe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE