01 september 2024

Firat Aydinkaya secereya entellektuelên tirk başa ji hev vençiriye

Firat Aydinkaya di malpera Nûpelê da li ser entelektuelên tirk nivîseke pir hêja, mistewabilind nivîsî ye. Navê nivîsê, "Emê entellektuelên tirk çi bikin?"*

Nivîs bi tirkî ye, kesên tirkî zanin kanin nivîsê di malpera Rûpelê û di malpera ê ya Firat Aydinkaya da bixwînin.
Firat Aydinkaya mercek daye ser çend entelektuelên tirk, di roman û nivîsên xwe da li ser kurdan çi gotine raxistiye ber çavên me kurdan.

Nivîseke lazim bû, dibê îro bihata nivîsîn. Baş e ku ronakbîrên me yên wek Firat Aydinkaya hene.

Tirkan bi hegomanya kulturî, edebî mejiyê me dagir kirine, em qudûmşikestî kirine. Gelek qelemên tirk ji sîlehên dewletê bi zirartir bûne, haya me ji vê nebûye, me ji wan hez kiriye.
Tirkan bi dagirkirina welatê me ra bi dagirkirina kulturî jî mejiyê me dagir kirine; ev yek jî helbet bi riya nivîskar, edîb û dîrokzanên xwe kirine.
Di nivîsê da gelek numûneyên pir muhîm hene. Ji ber ku pir in min tercume nekir, orjînalê bixwînin.

*Türk Entelektüellerini Ne Yapacağız?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE