Do bi şev em li daweta du ciwanên xwe yên hêja, daweta Vîyan Kurekçî û Ronî Tanrikulu bûn. Em bûn şirîkê şahiya herdu ciwanan û herdu malbatan.
Dîtina murweta zarokên xwe ji bo dê û bavan bextewariya herî mezin e.
Aqûbet li serê me û zarokên me yên azib be.
Dawetek xweş bû, tu kêmasî tunebû. Em bûk û zavê pîroz dikin, ji wan ra
temenekî dirêj û bextewar dixwazin.
Em derengê şevê gihîştin mal. Mala Erdal Kurdman ava be, wî em anîn malika me.
Nêta min hebû vêsê dereng rabim, lê nebû, dîsa seet di 06.30´î da şiyar bûm. Elimandin tiştekî ecêb be, bêxew im, westîyayî me, lê dîsa jî di wexta her roj da şiyar bûm.
Meriv zû bi zû nikane dev ji hînbûnên xwe, xuyên xwe berde
Min bi xwe risim negirt. Hinekan girtin lê hîn negihîştiye
destê min.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar