01 september 2024

Pismamê Hekîm Luqman: Em bi kurdî axivîn, wek ku bibêjin vana kafir in êrîşî me kirin


Çend tirkên neyarên kurdan do bi şev Hekîm Lokmanê ji Kurdistana Başûr ji bo ku bi kurdî peyivîye dane ber kêran,kuştine.

Guh bidin xeberê bibînin bê tirk çi tînin serê kurdan.
Ev ne cara pêşî ye kurdan ji bo ku bi kurdî dipeyivin, bi kurdî distirên lînc dikin, dikujin.
Êrîşkar li dora 10 kesan bûne. Heta nuha yek jî negirtine. Heger kurdan tirkek kuştiba ewê tavilê bi dehan kes girtibana.

Lê ji do da ye birayê Hekîm Lokman û merivê wî yê pê ra girtine. Av jî nedane wan. Lê gelek heqaret li wan kirine.
Hukûmet, dewlet tirkan li kurdan dielimînin, êrîşên wiha bi tahrîk û teşwîqa MHP´ê û AKP´ê dibe.
Bêdengiya hukûmeta Kurdistanê û Îraqê cesaretê dide tirkan. Miletê me jî dev ji çûna Tirkiyê bernadin.
Min li xeberê guhdarî kir, kezeba min peritî. Lê bêyî qahrê, hêrsê tiştek ji destê min nayê.

-Pismamê Hekîm Luqman: Em bi Kurdî axivîn, wan wekî ku bêjinkafir in êriş kirin

-Dem Partî êrîş şermezar kir

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE