02 september 2024

Sed sal berê sebebê çênebûna Kurdistanê em bûn, nuha jî em in

Torimê(deveya biçûk)bi rê da ji arwanê ra got:

-Dayê, çonga min dilerize. Fena ku talûkeyeke mezin li pêş me hebe, ez wiha his dikim. Ka were em vegerin.
Arwanê bala xwe da torima xwe, tiştek negot, riya xwe domand.

Bîstek derbas bû, gava torimê eynî tişt careka din dubare kir, arwane zîvirî ser torima xwe, jê ra got:

-Delala min, talûkeya tu his dikî berî em bi rê kevin min jî his kir. Lê hiskirina min û te ya vê talûkeyê ne muhîm e, dibê xwediyê me viya his bike, ew texmîn bike. Dema ew vê talûkê his neke, hiskirina min û te vala ye, ji ber vê nezaniya wî, emê jî bi wî ra helak bibin…

Kursî û berjewendiyên şexsî çavên serokên Kurdistana Başûr qarixî kiriye, talûkeya li pêş xwe nabînin.

Heger talûkeyên li pêş xwe texmîn bikirana bi vê bobelatê neyartiya hev nedikirin, xwe ji dijminên welat û qewmê ra nedevîtin erdê.

Kursî, meqam, zengînbûn gerek ne di ser berjewendiyên milet ra be, yê ev yek nekirine di dawiyê da tim perîşan û helak bûne.

Tarîxa me tije numûneyên van têkçûnan e. Ji ber dubendiyên  nabêna eşîran, şêx, axa û begên me piştî Şerê Cîhanê yê Yekê Kurdistan çênebû.

Pêşiyên me ji bo ku li hev nekirin, ji bo ku dijayetiyên xwe yên şexsî û eşîrî nedan aliyekî, ji bo ku doza kurd û Kurdistanê ji her tiştî ra negirtin, bûna pariyên guran, nebûn xwedî dewlet, miletê xwe hîştin bindest.

Sed sal berê ji ber kîjan sebeban em kurd nebûn xwedî dewleteke serbixwe, îro jî ji ber eynî sebeban li Kurdistana Başûr ev 32 sal in Kurdistan çênabe.
Û îhtîmala felaketa sed sal berê hat serê pêşiyên me, ewê were serê wan jî pir mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE