02 september 2024

Li ser hevaltiya medyaya sosyal

Hin xort ji min ra daxwaza hevaltiyê dişînin, lê profîla wan girtiye. Di Facebookê da keç pir kêm in; di X´ê da zêde ne.

Gelekê caran nav ne rast e, rismê zarokekî, heywanekî kirine profîla xwe. Meriv nizane kî ye, çi kes e?
Kurd e, ne kurd e?
Kurdî zane ya nizane?

Ez naxwazim daxwazên kurdan ên hevaltiyê, bi taybetî jî yên xortan red bikim, dilê xortan ji xwe bihêlim. Lê qebûlkirina hevaltiya bi koranî jî ne rast e.

Ez vê rastiyê zanim, lê îsa jî piraniyê qebûl dikim. Ji bo ku dilê wan ji min nemîne.

Lê îhtîmala bi hevaltiya medyaya sosyal meriv hevdu nas bike, ji hev hez bike, bibe dostên ji dil jî heye.

Em zanin gelek keç û xort bi riya hevaltiya medyaya sosyal hevdu nas dikin û dûra dibin dildarên hev ên ebedî.

Jixwe bi xêra medyaya sosyal di nav keç û lawan da gelek hezkiriyên min çêbûne. Dema min taqîb dikin, nivîsên min dixwînin ji min hez dikin. Ji ber vê îhtîmalê ez daaxwazên ciwanan, heger lê nekevim şikê, pir kêm red dikim.

XXX

Em bi rapora hewayê xapiyan, em çûn meşa xwe.
Xwedêgiravî piştî seet 12.00´a hewa ewê xweş bûya, baranê nebariya.
Me jî wer bawer kir û em ji malika xwe bêtedbîr bi rê ketin.
Rapor derew derket, seet di yek û nîvê da(13.30)baranê berê bi reşêşkî, dûra got xuş…
Tiştekî me bikira tunebû, me got bira me baş şil bike.
Em çer gihîştin malê mibarekê vekir. Diyar e mexsed şilbûna me bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE